Lîsteya Goran jî serokkomariya Talebanî qebûl kir

Îro Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê bi lîsteyên di hilbijartinên parlamentoya Îraqê de serketin bidest xistine, civiya.

Di civînê de ku nûnerêm lîsteya hevpeymaniya Kurdistanê, lîsteya Goran, Yekgirtuya Îslamî û Komela Îslamî amade bûn, mijara yekdengî û yekhelwestiya kurdan li Bexdayê û awayê danûstandina bi aliyên din yên îraqî re hate minaqeşe kirin.

Di civîn îro a di bin serokatiya serokê herêma Kurdistanê de bi rêve çû, hemû alî, tevî lîsteya Gorn jî, li ser kandîdatkirin Celal Talebanî bo postê serokkomariya Îraqê yekdeng bûn.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: