Kultur
Mesîhiyan Duhok xemilandin
Duhok -Yunadim Kena endamê parlemantoya Kurdistanê diyar kir ku Aşurî ji bo pîrozkirina vê cejnê ji Kanada, Amerîka, Ewropa û deşta ji deverên din yên herêmê hatine. Gelek ji deşta Mûsil tevlî vê pîrozbahoyê dibin.
Ser sala Aşuriyan li Duhokê bi ahengî tê pîroz kirin. Aşurî,Kildanî û Siryanî di van çelakiyan de cig digirin. Pirani serdana dêra Beranilê li Duhokê dikin.
Endamê parlemantoya Kurdistanê Kena di vê derbarê de daxuyaniyek da got: Ev newroza meye, bi vê minasebetê cejna hemû miletî pîroz dikim. Ji xwedê dixwazim hemû rojên me bi azadîbin.
Eve 15 sale em bi vî awayî cejna xwe pîroz dikin, û ji vê yekêjî gelekî spasiya parêzgerê Duhokê dikin.