Polîtîk

Serokê Kurdistanê serpereştiya civîneke Fermandeya Giştî ya Hêzên Parastina Herêmê kir

Li civînê de, piştî ku birêz Wezîrê Pêşmerge rûnkirineke tevahî sebaret bi pêşveçûna îş û karên Wezareta Pêşmerge bi Serok Barzanî da, guftûgo di derbarê sê mijarên serekî de hate kirin:

 

1- Helsengandina dirustbûna çar lîwayên nû ya Wezareta Pêşmerge û li vî warî de biryar hate dayîn ku li ruyê rahênanê ve zêdetir girîngî bi wan hêzan bidin û cih û rêyên hevdemî ji bo pêdiviyên wan dabîn bikin û piştî qedandina vê qonaxê jî dest bi dirust kirina lîwayeke din bikin.

 

2- Beşdarî kirina aliyê siyasiyên din li wan hêzên Wezareta Pêşmerge, ewên ku bi kiryarên xwe Pêşmerge bûn.

 

3- Bi berdewamî danustandin li gel Hikûmeta nû ya Iraqa Federal sebaret bi mafên Pêşmerge, bi taybetî li ruyê mûçe û pêdiviyên leşkerî û çekan ve.

Back to top button