Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê li gelek bajaran zarok parsê dikin . Piraniya van zarokan ji Suriye ne. Niha li Tirkiye çeteyek hate eşkerekirin ku, zarokên malbatên Surî kirê dikin û wan rêdikin kolana da ku parsê bikin. Ev çete mehane serê zarokê pereyekî didê malbatê û zarokên wan rêdike parsê.

Bê guman pereyên ku zarok kom dikin hemûyê didin endamên çeteyan . Li Stanbulê polisan encama lêkolina 3 mehan operasyonek kir û di encama vê operasyonê de, gelek zarok hatin azad kirin û endamên çeteya ku zaroka kirê dike hatin girtin.

Operasyon li 9 navşînanin cuda hate kirin û di encam de 24 kesên tawanbar hatin binçavkirin û 68 zarok hatin azad kirin. Di lêgerinan de polisan destdanî li ser komek pere jî.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: