Polîtîk

Ji ber êrîşan Balyozê Amerîka yê Bexdayê, xwespart Hewlêrê

Ji ber berdewamiya êrîşên mûşekî, Balyozê Amerîka yê Bexdayê, ji bajarê Bexdayê derket û grûpên çekdarên Iraqî jî gefê li hêzên Amerîkayê dikin.

Ji ber wan êrîşên mûşekiyên berdewam li ser navçeya Kesk têne kirin, Matthew Tueller Balyozê Amerîka bajarê Bexdayê bi cîh hişt û niha li Konsolxaneya Amerîka li Hewlêre.

Her wiha her çende di derbarê girtina Balyozxaneyê de çendîn car Wezîrê Derveyê Amerikayê gefê li berpirsên Iraqiyan kiribû, lê belê heta niha ti daxuyaniyeke fermî li vî derbarê de nehatiye dayîn.

Back to top button