Civak

Zanîngeha Selahedîn doktoraya fexrî da Îsmaîl Beşîkçî

Bi amadebûna Serokê Parlamentoya Kurdistanê, hejmarek rewşenbîr û akademîsyenên Kurd, Zanîngeha Selahedîn Doktoraya Fexrî da nivîskar û civaknasê dostê gelê Kurd Dr. Îsmaîl Beşîkçî.

Îro li Hewlêrê di merasîmekê de bi amadebûna Serokê Parlamentoya Kurdistanê, hejmarek parlamenter, berpirs, nivîskar, rewşenbîr û akademisyenên Kurd, Zanîngeha Selahedîn Doktoraya Fexrî da nivîskar û civaknasê dostê gelê Kurd Dr. Îsmaîl Beşîkçî. Di merasîmê de Beşîkçî jî sipasiya Zanîngeha Selahedîn û gelê Kurd kir û qala girîngiya azadiya ramanê kir.

Beşîkçî li ser girîngiya zanistê di zanîngehan de rawestiya û tekez
ku divê îdeolojiya fermî were rexnekirin û Kurd li ser wê yekê bisekinin ka çima nifûsa wan zêdeyî 40 milyon kes dibe û tu statuyeke wan nîne. Beşîkçî got ku çênabe kes li ser fikr û nerînên xwe bên darizandin û divê azadiya ramanê hebe.

Îsmaîl Beşîkçî behsa azadiya ramanê li welatên Rojava û yên Rojhilata Navîn kir û wiha axifî: ‘’Li welatên Rojava mirovan di manastir ê dêran de ilm û zanist afirandin lê li Rojhilata Navîn li ser helal û heram radiwestin. Wate li Rojhilata Navîn, Îsraîl ne di nav de mirov nikare qala azadiya ramanê bike û azadiya ramanê hatiye binpêkirin.’‘

Derheqa merasîmê de Serokê Zanîngeha Selahedîn Ehmed Dizeyî jî got: ‘’Piştî wêya ku Encûmena zanîngeha Selahedîn civiya û biryar da vê bawernameyê bide Îsmaîl Beşîkçî, êdî ew biryar ji Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî re hat şandin û wan jî qebûl kir. Herwiha evna yekem bawernameya doktoraya fexrî ye ku Zanîngeha Selahedîn dide akademisyenekî wek Beşîkçî.’‘

Hêjayê gotinê ye di vê serdana xwe ya Herêma Kurdistanê de Bi serpereştiya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, Beşîkçî dê li zanîngehên herêmê çend semîneran bide. Semîner dê li Zanîngeha Silêmaniyê, Zanîngeha Hewlêr, Zanîngeha Soran û Zanîngeha Duhokê bên dayîn.

Par dema Beşîkçî serdana Kurdistanê kir, di navbera Weqfa Beşîkçî û Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî de protokolek hat îmzekirin ku di warê perwerde, zanist û dîrokê de çendîn xal li xwe digire. Vê carê jî Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî hemû amadekariyek ji vê serdana Beşîkçî re kiriye.

Firat Kelehkî /Hewlêr(Bas)

Back to top button