Nivîsar

Rexne û reşkirina rastiyan

Di dîroka mîrovahîyê de jîyan, li ser stûnên başî û xirabîyê, ji xwe re rê çêkirîye.

Ronî û tarî; şev û roj; rastî û şaşitî; xirabî û başî; reş û sipî; avakir û xirakir; gotin û tevger; guhertin û rawestin; rexne û xwe rexnekirin di hemû deman de bûne mijara nîqaşê!
Lê di hemû deman de rexne û li xwe rexnegirî, bûye dergûşa pêşketin û guhertinê.
Civatên ji xwe bawer, her tim derîyê rexne û xwe rexnekirinê vekirî hîştine û rûmetek mezin dane rexne û dîtinên cûda. Di bin ronahîya rexne û fikrên cûda de ji xwe re derîyê pêşketine vekirine!
Civatên di warê zanyarî û aborî de pêş ketine, li ser sitûnên hûqûqê navnetewî û pîvanên demokratîk deng û rengên xwe hildibijêrin. Kêmasî û şaşîyên hev bi zimanekî nûjen rexne dikin. Bi rexnên xwe pêşnîyar û dîtinên xwe eşkere dikin. Li hemberê helwestên rexnegerîyê ji hev aciz nabin û neyartîya hev nakin. Lê dîtin û tevgerên hev, li gor dîtin û ramanên xwe rexne dikin.
Mafê pirdengî û pirrengî pîvanek demokrasîyê ye. Bê guman bikaranîna wî mafî bi xwedîtîya hemû beşên civatê pêk tê.

Gava hemû beşên civatê li mafên xwe û yên dijî xwe xwedî derkevin, tu hêz an erk nikare pîvanên demokrasîyê ji holê rake. Lê mirov an hêz, li pey berjewendîyên xwe bigere, wê gavê dibe hevalbend û piştgirê xirab û xirabîyan.
Derbarê jiyanê de em dikarin bi rojan biaxifin, lê rastî, pirî caran weke rojê dibiriqe û quncikên tarî ronî dike.
Rexneyên ku li ser asta heqaret û reşkirinê tên kirin ne maf û helwestek demokratîk e.
Sîyaseta ku li ser dijîtî û reşkirinê tê meşandin pîvanên dijminatîyê ye.

Ji ber vê yekê divê pîvanên rexnegerî û dijminatîyê ji hev bên cûda kirin.
Divê alîgerên sîyaseta netewî, êrîş û provaksîyonên li ser navê rexnan tên kirin û dijminatîya navxwo geş dike, mehqûm bikin, li hemberî wan êrîşên hovane sekinandinek baş nîşan bidin!
Rexne, gava ne di cîh de be û ne çêkir be, tu wateya wê tune ye. Nabe bersîva pirsgirêkan û rê li ber çareserîyê venake. Rastî an şaşî, divê li gor pîvanên gelemperî bên ber çav.
Niqaşkirina helwest û dîtinan, ger li ser armanca avakirinê be di cîh de ye. Lê gava rexne li ser asta reşkirin û tunekirinê bê meşandin, armanc cûda ye.
Mirov, şexsîyet, kom, rêxistin, partî û civat hemû mijarên rexnegerîyê ye. Tu hêz, tu kes, tu sîyaset an jî tu raman ne dervî rexnê e!
Çawa di jiyanê de an di civatê de, rastîyên objektîf hevparin, divê rexnên me jî li ser asta rastîyên gelemperî bin.
Li ser talîmat û fermanan, sîyaset û propagandaya reşkirina rêxistinan, şexsîyetan, ramanan, ne rexne ye.
Sîyaseta yek reng û yek dengî, li ser astê dîktatorîyê bi navê rexnan helwestên reşkirinê diparêze.
Ji bo rexne û xwe rexnekirinê, pêwîstî bi asoyek kûr û bi dîtînek berfireh heye.
Pêwîstî bi rexneyên guhertin û çêkirinê heye.

Rexne, divê kêmasî û şaşîyan nîşan bike û rîya çareserîyê peyda bike.
Gava rexne, li ser bingeha haqanîyet û rastîyê be, mirov bi şaşî û kêmasîyên xwe re rûbirû dibe.
Mirov ji bo pêş bikeve, dikeve nav hewldanên erenî û dibe avakirê helwestên rastî yê.
Îfadekirina rexnan cuda cuda ye, lê dema armanc alîkarî û rastî be, wargeha rexnan dibe dibistana têkilîyên nûjen.
Rastî ew e ku mirov karibe di hemû deman de têkoşerê avakirinê be! Hevalbend û rêberê çêkirinê be! Ziman û tevgerên mirov li hevkirî be!
Ne ji bo berjewendîyên xwe yên şexsî, ji bo berjewendîyên gelê xwe û welatê xwe, divê pivanên rexneyên me gelek hesas bin.
Divê rexne, rê li ber xirabîyê û nebaşîyê veneke!

Divê em tu carî rê nedin nezanên li ser dijîtî û neyartîya netewa kurd sîyasetê dimeşînin!
Divê rexne û zimanê me ji birînan re bive derman, ji rizîbûnê re bive tovê jîyanê.
Em baş zanin ku zimanê rexnegerîyê û dijminîyê ji hev cuda ne!
Rexne li wargeha pirrengî û pirdengî maqûl e.
Lê zimanê dijmînatîyê, li wargeha yek rengî û yek dengî serdest e!
Li wir tu mafê kesî tune ye ku raman û fikirên xwe bêje.

`Serok û partî her tiştî dizanin û difikirin: Hewce nake hinekî din bal bikşînin ser kêmasî û şaşîya mijarekê an helwestekî!`
Li wî warê benîştê “ez nizanim, serok zane” maqûl e. Pêwîstî bi tu raman û dîtinên cuda tune ye! Wêneya yek dengî bandora xwe dide ser jiyana civakî. Civat ji pîvanên sosyolojîyê dûr dikeve û weke kerîyê pez goh dide bilûra şivan.
Mêjîyekî bi salan hatibe tevizandin mirov zû bi zû nikare biguherîne an jî şîyar bike!

Di van salên dawî de, bi hinek derfet û îmkanên teknolojîyê, li ser tora internetê bi zimanekî bêpîvan û mejîyekî reşkirinê bi kar tê. Di bin navê rexnekirinê de, haqaret, fesadî, bêedebî û reşkirina rastîyan, tu sînor nasnake!
Ev şervanên ku li ser ewr rûniştine, xwe stêrkên alema nediyar dibîbin, bi germîya qedehek şerabê şûrê xwe dikşînin û bi sîya xwe re şer dikin. Dûre li hejmara ecibandinê-pêjirandinê dinêrin. Ev kefxweşî wan ji rastîya jiyanê dûr dixe û her ku dihere jiyanek a-sosyal û psikolojîyek êrîşkar bandora xwe li ser wan nîşan dide.

Dîsa em baş dizanin ku rexnên çêkir, her tim weke ronahîya çirayê ye. Rê li ber mirov ronî dike. Em tu carî ne li dijî rexnên erênî ne! Rêxnên çêkir dibe sedema guhertin û pêşketinê.
Mafê herkesî heye ku li hemberê şaşî û xeletîyan helwestên xwe diyar bike.

Divê mirov tu car ji rexnên çêkir netirse, lewra mirov ji rexne û pêşnîyaran dersên zêrîn digire!
Mafê tu kesî tuneye ku tiştên ne li gor dilê wî be, rabe înkar bike û neyartîya rastîyan bike.
Rexne gava li gor demê û di cîh de be, digihîje armanca xwe. Lê gava ne di cîh de be, dibe sedema şaşî û xirabîyan!
Divê armanca rexne kirinê kêmasîyan ji holê rake û rê li ber nûbûn û pêşketinê veke.
Xwe rexnekirin, karê kesayetên ji xwe bawer in. Kesên xwedî şexsîyet û zanyar ji rexnan natirsin! Gava bi kêmasî û şaşîyên xwe re rû bi rû dibin, weke mirovên hemdem dikarin bi hêsanî bêjin “Bibihure!” Lewra ew dizanin ku pîvanên rexne û xwe rexnekirinê, li gor dilê mirov nabe.

Pîvanên rexne û xwe rexnekirinê, gelemberî û objektîfin!
Lê xuyaye û bi salan e ku rexne, wek sûcekî, tawanbarîyekê hatîye nîşandan!
Xwe rexnekirin jî, wek qebûlkirina curmekê, li xwe mukurhatina sûcekî hatiye danasîn.
Ji ber vê yekê, hevokên rexne û xwe rexnekirinê, bi wateyên ne rast di mêjîyên mirovan de cîh girtîye.
Divê em baş zanibin, di warê rexne û xwe rexnekirinê de bayê guhertin û nûbûnê bilind dibe.
Sekn û gotin; raman û helwest; dîtin û tevger, jiyana mirov îfade dike. Kesayeta mirov radixe ber çawan!
Civat bi hemû kelûperên xwe, bi reng û cûdayên xwe dewlemendîyek jiyanê ye!

Thomas Alva EDİSSON, di gotarek xwe de dibêje ku: “min tu carî ew nîrx û tiştên giranbûha tesadufî çênekirîye; min planek kir, armancek da pêşîya xwe û min kar kir û bi serketim. Min dît û avakir!”
Ez hêvî dikim ku ev gotina EDİSSON, ji bo rewşenbîr û sîyasetmedarên Kurd bibe şîretek zêrîn û divê li ser xeta netewî ala sîyaseta Kurdistanî bilind bikin!
Divê em dev ji neyartî û dijîtîya hev berdin û di bin ala Kurdistanê de, li destketîyên hevpar xwedî derkevin!

24/05/2014

Back to top button