Kultur

Zanîngeha Hekarî dixwaze kurdî piparêz e

 

Wek tê zanîn  Zanîngeha Hekarî di derbarê ziman û wejeya kurdî de hinek çelakiyan dike û di vê derbarê de konferansek pêkaniye û nihajî xwe amade dikin ku di derbarê ziman û wejeya kurdî de konferansek berfireh bikin û di vê derbarê de daxuyaniyek jî belav kirine.

Rektorê zanîngehê Prof. Dr. İbrahim Belenlî di derbarê konferansê de dibêje ku, em dixwazin bi berfirehî ziman û wejeya kurdî û herweha li ser jiyana civakî ya kurdan gengeşeyek zanyarî bikin.

Di derbarê xebat û lêkolînên li ser ziman û jiyana civakî ya kurd de got: Em hewldidin ji kûrahiya mînakan  tiştên heyîn qeyd bikin. Em guh didin denbêjên kurd,em xêlên kurda dişopînin, tiştên bi dest tên çêkirin hemiyê dinirxînin. Li kûderê giyak hebê em tesbît dikin û bi nave kurdî lê dikin û radikin. Kongreyên ku di derbarê zimanê kurdî de çêdikin dê bibin pirtuk. Dema ku insane hevre bidin û bistînin û hevudin têbigihin wê ev pirsên heyîn bêne çareserkirin. Ev ziman tê peyvîn û wê bête peyvandin. Em bi nedîtina vî zimanî negihin cihekî. Ev ziman nirxek yê me ye.

Back to top button