Barzanî pêşwazî li aliyê siyasî û rewşenbîriyên Mesîhî kir
Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwazî li aliyê siyasî û rewşenbîriyên Mesîhî kir ku ji Beyt Nehreyna Demokratî, Komeleya Rewşenbîriya Kildan, Encumena Neteweyiya Kildan, Encumena Gelê Kildanî, Tevgera Demokrata Aşûrî, Yekîtiya Demokrata Kildan, Yekîtiya Nîştimanî Aşûrî, Yekîtiya Beyt Nehreyn, Mînbera Demokrata Kildanî û Tevgera Girdbûna Suryaniya Serbixwe pêkhatibûn.
Li hevdîtinê de, Serok û Sekreter û Nûnerên aliyên siyasî û rewşenbîriyên Mesîhî ji bo wê girîngî û nêrînên beramber Mesîhiyên Iraqê û ji bo herdem piştevaniya mafên wan spasî Serok Barzanî kirin û ragihandin ku çawa wan mafên bi hewldana Serok Barzanî xistine nav destûra Iraqê de bi heman hewldana birêz ve jiyan û mafê wan parastî bê.
Her wiha balkişandin li ser wê yekê ku wan aliyan piştî çend kombûnan karîn lîjneyek yan bereyek ji bo xwe dirûst bikin û niha mijulin yaddaştek amade dikin ji bo wê yadaştê ji bo Serokayetiya Komar û Serokayetiya Encumena Wezîrên Iraqa Federal û Serokayetiya Parlemena Iraq û Serokayetiya Herêma Kurdistanê bilind bikin ku sebaret bi çend daxwazeke xwe û daxwaz ji Serok Barzanî kirin ku piştgîriyê li wan daxwaziyên wan bike û dûpat jî kirin ku vekirina dergehê Herêmê bi rûyê wan Mesîhiyên ku bi sedema karê terorîstiyan ve dihêne Kurdistan û dirustkirina lîjneyeke bilind ji aliyê Serok Barzanî ve ji bo serpereştî kirina wan hemwelatiyê Mesîhiyan cihê şanaziya hemû Mesîhiyeke.
Serok Barzanî, li gel bi xêrhatina amadebûyan û xweşhaliya xwe bi hevdîtina wan derbirî û balkişand li ser wê yekê ku Mesîhî zarokê resenê vî welatîne û pejirandina giyana lêborînî jî bi pêwîst zanî li navbera hemû pêkhatên olî û neteweyiyên Iraqê de û ragihand Kurdistan bi dirêjahiya dîrokê bi ferhenga lêborîniyê hatiye nasîn. Ev ferheng wiha kir ku civakeke tendirust li Kurdistanê dirûst bibê ku kes nikarê derz bixe nav rêz û pêkhatên wê. Ji bo vê yekê ew ferhenge pêwîste li hemû cihên dinê Iraqê bihête birêvebirin û her bi wê ferhengê jî dikarin plana terorîstan pûçel bikin ku merama wan ewe derz bixin li nav van pêkhatan.
Li dawiya hevdîtinê de Serok Barzanî wan dilniya kir ku herdem dakokîkarekî bihêz dibê li mafên wan û ewê ji destê wî jî bê qet kêmasiyê lê nake.