Polîtîk
Petrola Kurdistanê ji derve re tê şandin
Bêjedarê bi navê hukûmeta Iraqê Elî Debbax ragihand, ku li hevhatinek di navbera Baxdayê û Hewlêrê de çê bûye, da ku petrola herêma Kurdistanê ber bi derve ve biçe.
Elî Debbax ji Reuters re da xuyakirin, ku dê petrola kurd ji destpêka meha sibatê ve ber bi derve ve bitê şandin.
Di vê bêjedana xwe de Elî Debbax da nîşandan, ku ew dê di vê dema nêzîka pêş de pirsên girêdayî bondên muhrkiriyên navbera herêma kurdistanê û kompanyayên biyanî jî çareser bikin.
Elî Debbax got, ku li gora vê li hevhatina navbera Iraqê û herêma Kurdistanê, dê herêma Kurdistanê rojane 100.000 bermîlên petrolê bişîne derve û dê piştî hîngê, behsa mafên darayîyên wan kompanyayên biyanî jî bihê kirin.