Cîhan

Papulyas: Xelkê Tirk barbar in

Serok Komarê Yewnanîstanê Karolos Papulyas li ser Tirk û Tirkiyeyê rexne barand.

Serok Komarê Yewnenistanê Karolos Papulyas li Atînayê pêşwaziya Serok Komarê Ermenistanê Serj Sarkisyanê kir û got: Her du xelk jî ji aliyê Tirkan ve hatine jêkirin.

Li gor nûçeya AFP’yê Serok Komarê Yewnenistanê Papulyas ji serokê Ermeniyê re got: Her du xelk jî (Ermenî û Rum) ji aliyê Tirkên Barbar ve hatine jêkirin.

Lê belê Papulyas da zanîn ku piştî ew bûyerên nexweş gelek tişt hatine guhertin.

Di heman demê de Papulyas diyar kir ku di navbera Tirkiye û Yewnanistanê de pêşbirka çekdarîbûn heye û ji ber vî jî Yewnanistan bi milyaran Euro pere xerc kiriye û ew jî bûye sedema deyndariya me. Ger li ser çekdarîbûnê pêwistiyên me nebûya ji IMF’ê re jî  deynên me nedibû.

Di vê navberê de Serok Komarê Ermenistanê Serj Sarkisyan ji berê ya hevdîtina Papulyasê daxuya kir ku ‘’Em ne li dijî endamtiya Yekîtiya Ewropa ya Tirkiyeyê ne lê divê Tirkiye jî bizane ger xetayên xwe yên paşarojê nenase ne mimkune ku bibe endamê Yekîtiya Ewropa.

Hate ragihandin ku Sarkisyan hetanî 3 rojan li Yewnanistanê bimîne.

Back to top button