Cîhan

Yunan dikele

Atina -Li Yunanistan rewş çikas diçe tevlîhevtir dibe. Rewşa darayî ya Yunan gelekî xirabûye. Niha welatên din yên Yekitiya Ewropa ji bo yunan ji vê xirabiya darayî derêxin li ser projeyên cuda disekinin. Lê heman demî de li Yunan xelka, sendika, xwendevan û nêzikî temamiya civakê dadikevin kolanan û hukumetê protesto dikin. Ev yek rewşê xirabtir dike.

Duh cardin xwepêşandanên mezin çêbûn, zêdeyî 100 kes daketin kolanan,xwepêşandanan gelek cih, hinek bank û otomobil şewitandin. Polisan  xwestin xwepêşandanan belav bikin. Di encama xwepêşandanan û mudexela kirina polisan de, 3 kes mirin û zedeyê 50 kesan birîndar bûn. Birîna hinekan ji wan xetere.

Tirsa herî mezin ewe ku ev rewşa aborî ya Yunan bandora xwe li welatên din yê Yekitiya Ewropa bike. Ji duh ve bihayê Ewro li ser van bûyeran û nedîtina çareseriyekî ji rewşa Yunan re gelek nivz bû.

Çavê Yekitiya Ewropa li Yunane.

Back to top button