Polîtîk

Bi xirûcirê guhertin çêdibin

Enqere – Di parlementoya Tirkiye dîtin û dengdanên li ser guhertinên destûra bingehîn çêdibin tên dawiyê. Heta niha ji bilî xalekî xalên din hemi bi dengên Ak-Partiyê û car carna hinek dengên parlementerên serbixwe û parlementerê BDP-ê yê Tirk Ufuk Uras têne qebûl kirin.

Dema minaqeşe li ser xalên destûrê tên kirin gelek cara di nav parlementeran de hevçûn derdikevê û xeberên gelek giran ji hevre dibêjin. Vê dema dawî li ser rewşa reisêcumhur û serokwezîrê demek dirêj yê Kevin Îsmat Înonu minaqeşe derketin. Serokê CHP-ê Baykal di axaftinek ya xwe de Erdogan wek Hitler navkir. Lê dema Erdogan bersiva Baykal da got: “ Yê wek Hitler di nav CHP-ê de derketiye“ û behsa Ismet Inonu kir. Ev gengeşe di parlementoyê de jî berdewam kir.

Hêdî  civînên parlementoyê ji bo guhertinên destûrê dawî tên. Herî dawê dê dengdanek jib o pejirandina hemû xalan bête kirin.

Back to top button