Kultur
Bi wêneyan Kurdistan
Xwendevan û Akademisyenên Kurd ku navenda xwe li Swêdê ne, li Zanîngeha Stockholmê, di bin navê ”Bi wêneyan Kurdistan” çalakiyek nîşandana wêneyan pêk dihênin. Wênekêş û nivîskar Georg Kristiansen 30 salan li Kurdistanê geriya û guhertinên li welêt pêk hat raçav kir. Di çalakiyê de wêneyên wî têne nîşandan. Wî pirtûkek li ser pirsê bi navê ’Från Folkmord till självstyre’ jî nîvîsî bû (Norbagge forlag).
Nûçevanê nasdar yê TT, rojnamevan Stefan Hjerten jî beşdarî çalakiyê dibe. Hjerten piştî jenosîda Helebceyê çûbû wir û li ser bûyerê nivîsî bû.
Nîşandana wêneyan 11 gulana 2010, saet 18.oo-20.oo li Zanîngeha Stockholmê, Lilla baren, Allhuset ê pêk tê. Nîşandan ji raya giştî re vekirî ye.
EuroKurd News – eurokurd.net