Civak

Şerê rewşenbîr û melayên Kurdistanê

Di heftiya dawiyê ya meha Adarê de hejmara 6 ya kovara Wêran ku kovareke nûxwez e û dezgeha Arasê diweşîne, aloziyek tund di navbera rewşenbîrên kurd û mela û partiyên Îslamî, li mînberên mizgeftan û medyayên Kurdistanê de ketiye rojevê.

Destpêka vê aloziyê wiha destpê kir ku her piştî derçûna wê kovarê, ji ber belavbûna helbesteke Zana Xelîl ku tê de navê çend pêxemberan wekî hîma anîbû, di gel kurteçîroka wergêrayî ya Îrosî di kovara Wêran de, hejmarek melayên bajarê Hewlêrê di gotara roja înê de, êrîşî tund kirin ser Dezgeha Aras û kovarê û ew protesto kirin.

Ev gotarên melayan ku piraniya wan ser her du partiyên Îslamî yên Kurdistanê Yekgirtiya Îslamî û Komeleya Îslamî bûn, nêzîkî 5 heftiye ku berdewam e, piraniya êrîşan bo ser dezgeha Aras bû û heya dihat tundtir dibûn, melayan belavkirina wan mijaran bi sivikatîkirin bi pêxemberan û nirxên olî û pîroziyên bawerdaran û hinek ji wan jî bi ladan li rewşta civakî didan zanîn.

Piştre Pêşnimêj û gotarxwînê Mizgefta Taxa Rûnakî ya Hewlêrê Mela Ebdulxaliq Rûnakî daxwaz kir ku her du dezgehên Aras û Serdem bên lixavkirin, vî melayî piştre di hevdîtineke rojnamevanî de rijd bû li ser axaftina xwe, lê piştre paşekêşî kir û got, “Merema min ew bû ku divê bên aqilkirin”, ji hêlek din komîteya Ewqaf ya Parlamentoya Kurdistanê giliyek yasayî li dijî vê kovarê tomar kir.

Di bersiva wan gotarên melayan de Rêveberê Giştî yê Dezgeha Aras Bedran Ehmed Hebîb, gotarek bi nav û nîşanê “Mela û lîstika siyasetê”, di roja 9’ê Nîsanê de di rojnameya Awêne û malpera Kurdistannêt de belav kir.

Hebîb di vê gotarê de tohmetên melayan ret dike û zêdebarê şirovekirina edebiyane ya mijarên belavkirî, wiha daye diyarkirin, “Edeb nayê sansurkirin, bo sansurkirina edebê jî şanazî bi kesê nayê kirin”, û diyar kir ku ew desthilatên hewla sansurkirina mijarên edebî dane, çi olî bin çi siyasî ya civakî bin, ew nemane û mijar jî bi nemirî mane.

Hebîb wiha pê de çû, “Nêrînên cuda bo mijarên edebî hene, lêkolînên edebî û rexneyên edebî bûne pispor, kes nikare biryara bingehîn di vî warî de bide”.

Piştre partiyên Îslamî bi fermî hatin nav aloziyan, Komeleya Îslamî bi beyanameyekê dijayetiya bi vê kovarê nîşan da û sitafa kovarê şermezar kir.

Bûroya Navendî ya Çapemeniya Yekgirtiya Îslamî ya Kurdistanê di beyanameyekê de kovara Wêran bi sivikatî kirin û êrîşa ser navê pîroz yên pêxemberên xwedê û dijayetîkirina edeba giştî ya gelê kurd yên musilman tawanbar kir.

Ev beyanmeya Yekgirtiya Îslamî ya Kurdistanê alozî berfireh kirin bi taybet di nav rewşenbîr û medyayên Kurdistanê de, hevdem nerazîbpnek tund ya rewşenbîran li dijî Yekgirtiya Îslamî pêkanî, ku piştre neçar bû bo aramkirina ew narezayînameye ku ji hêla rewşenbîrên herî diyar yên kurd îmze li ser hatibû kirin, beyanameya duyem der kir, ku ji ya berê nermtir bû.

Ev ji bilî wê ye ku 2 serkirdeyên Yekgirtiya Îslamî ne haydarbûn û nerazîbûna xwe li hemberî beyanameya yekem nîşan dan.

Bedran Hebîb di roja 21’ê Nîsana derbasbûyî de, di bersiva beyanameya yekem de gotarek di malpera Kurdistan nêt de belav kir, partiyên îslamî bi vê tawanbar kir ku mijara han zêdetir mezin kirine, û diyar kir ku partiyên Îslamî armancên veşartî di wan mijaran de hene ku ya herî diyar têkdana ewlehî û aramkirina rewşa Kurdstanê û gef û tirsandina hunermendan û rewşenbîran e.

Rêveberê Giştî yê Dezgeha Aras di berdewamiya gotara xwe de behsa vê yekê kiriye ku şikistxwarina partiyên Îslamî di her du hilbijartinê berê yên Kurdistan û Iraqê de li hemberî partiyên neteweyî, sedema ev helwestên tund in.

Nerazîbûna li dijî beyanameya bûroya navendî ya çapemeniya Yekgirtiya Îslamî tenê rewşenbîr venegirt, belkî hinek pêvajoyên Îslamî jî vegirt.

Roja 3’ê Adarê “Pêwajoya Geşa” ku xwe bi aliyeke cuda li Yekgirtiya Îslamî dide nas kirin, di beyanameyekê de ku di Kurdistannêtê de belav kiriye, dijayetiya xwe bo vê beyanameya Yekgirtî nîşan daye û daxwaz kiriye ku pirsgirêkên han bi riya şikayetên yasayî ve bên yekalîkirin ne derkirina beyanameyan, her çend gotarên Wêranê jî ret kiriye.

Di berdewamiya beyanmeya Pêwajoya Geşe de wiha hatiye nivîsandin, “Em dibînin Yekgirtî xwe kiriye mîratgirê Îslamê û beyanameya der dike, di demekê de hinek kar di nav Yekgirtiya Îslamî de û ji hêla berpirsên bilind yên vê partiyê hatine encam dan ku dijî ola Îslamî ne, lê Yekgirtî bi navê Îslamê wan pine dike”.

Sernivîserê kovara Wêran Ferhad Pîrbal di bersiva Yekgirtiya Îslamî û gotarên melayan de, 24’ê Nîsanê gotarek di malpera Kurdistanêtê de belav kir û tê de bi dûr û dirêj berevanî li mijarên kovarê û edeba Îrotîkî kir û diyar kir ku ev edebe bi reg û bingeh di nav gelan de hatiye belavkirin, her di gotara xwe de Pîrbal helwesta mela û Yekgirtiya Êslamî bi gef û tirsandin û terora derûnî ya hunermendan û rewşenbîran daye zanîn.

Mela Mehmûd Feqê ku yek bû li melayên Hewlêrê ku bi tundî li dijî mijarên kovara Wêran û dezgeha Aras di gotarên înê de axaft, di hevdîtinekê de bo AKnewsê wiha got, “Ewa ku karmendên kovara Wêran kirine kes qebûl nake, çawan rojnamevan ji minbera xwe ve ku rojname ye daxive, melayan jî minbera mizgeftê hene û daxivin”.

Feqê dezgeha Aras bi vê tawanbar kir ku hêsankarî kiriye di belavkirina wan xirabkariyan ku li hemebrî mirov, mirovatiyê, rewşt û ol hatiye kirin.

Heya niha ev alozî di navbera rewşenbîr û mela û partiyên Îslamî berdewam e di nav medyayên Kurdistanê bi rojname, televzyon û radio, hinek çavedêran helwesta mela û partiyên Îslamî bi metirsîdar dizanin û helwesta nîv wekhev ya rewşenbîr û rojnamevanên Kurdistanê li dijî wan bi dilxweşker dibînin bo dahatî.

Rêveberê Giştî yê Dezgeha Serdem Şêrko Bêkes di çend mijar û hevdîtinên televîzyonî de daxwazê dike ku sinorek bo melayan bête diyar kir ku nekarin li minbera mizgeftan ve bi hêsanî fetwaya kuştinê bo rewşenbîran der bikin.

Rêbîn Ehmed Herdî ku rowşenbîreke Kurdistanê ye duhî di rojnameya Awêne de gotarekê di vî warî de nivîsandiye bi serdêra “Lêre Kurdistan e ne Efxanistan û Pakistan”, di vê gotarê de rexne li helwesta mela û Yekgirtiya Îslamî girtiye û ew bi “Melayên Tarî” dane naskirin.

Herdî wiha nivîsandiye, “Kenala Sipêde ku ser bi Yekgirtiya Îslamî ya Kurdistanê ye di raportekê de ku bo handana xelkê li dijî kovara Wêran û dezgeha Aras saz kiribû, daxuyaniya hinek kesan nîşan dida ku laîkbûnê wekî kofr û bê exlaqî dida zanîn”.

Gotara herî nû ya Bedran Hebîb di wî warî de di bin nav û nîşanê “heya Kar ji kar derbas nebûye” hate belav kirin, derbarê bersivên xwe bo beyanameyên Yekgirtî û Komel wiha nivîsandiye, “Min bersiva rexneyan nedaye ku diyalogê bikin, min bersiva fetwayên xwîn helalkirin û stû birînê daye” û wiha pê de çûye, “Peyva Lixav ku melayeke Komel li dijî dezgeha Aras bi kar aniye, hêjayî tu mirovekê nîne, çi bigihîje dezgeha Arasê ku bi hezaran xizmetên rewşenbîrî pêşkêşî gelê xwe kiieye”.

Derbarê pêwendiyên partiyên Îslamî bi melayan ve, Hebîb wiha nivîsandiye, “Ev pêvajoyên olî yên tund mela kirine alavên destê xwe li pênavê bi cîgihandina karnameyek ne diyar, ew melayên ku ji ber dûrketin li kultura serdem, hestê xwe bi kêm zanîn li cem wan durist bûye û rastî girêya derûnî bûne, xwe bi erzan dane destê ev karnameya ne diyar”.

Hebîb di dawiya gotara xwe de wiha daye xuyakirin, “Xemsariya desthilata siyasî li hemberî ev zilam bi nav oliyane, dê paşeroja welat û ewa ku me bi zehmet û tekoşîna xwe bi dest aniye, bixe pêşiya nehengê. Taqîkirina berpirsên Cezayîr û Felestîn berçav in, çawan bêbakî û xemsarî bi navê ewê ku ol ola xwedê ye û ji ber rêdan bi ev pêvajoyên Îslamî yên tarîperest, çi bi sere wan de anîn û çend qurbanî lê ket”.

 

şm AKnews

Back to top button