Kengî arteşa Îraqê li ser kurdan xetere?
Cefer Mistefa wezîrê pêşmerge yê hikûmeta herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de got ku eger leşkerê ji bo çareserkirin û yakalîkirin pisgirêkên naxeyên Îraqê neyê bikaranîn, ew ji bo kurdan ne xeter e.
Mistefa dibêje: Arteşê Îraqê ne cîyê tirsê ye. Çunkî leşkerê Îraqê ji hemû pêkatên îraqî pêk tê. Em beşek ji arteşa Îraqê pêtînin. Hat nuha jî serokerkanê arteşa Îraqê, hijmareke ber bi çav a efseran û bi hezaran serbazîn srteşa Îraqê kurd in.
Wezîrê pêşmerge got ku arteşa Îraqê û hêza esmaniya Îraqê li ser kurdan nexeterin. ”Lê eger arteşa Îraqê ji bo çareserkirina arîşe û nakokiyên navxwe yên Îraqê hat bikaranîn, hîngê leşkerê Îraqê dê bibe cîyê tirê û xeterê, dibêje Cefer Mistefa.
Li gor hin jêderên mediya berîtanî, dê şandeyeke arteşa Îraqê di demek nêzîk de ji bo kirîna balefirên şerî ji curê HOK serdana Berîtaniyayê bikin. li gor agahiyan buhayê wan balefirên şerî yek milyar û pêcserd milyon dokar in.