Keça Dr Ebdulhekîm Beşar (sekrêtêrê Partî Dêmokratî Kurd li Surya), Viyan Beşar, xwest ko Pasporta xwe dirêj bike, lê li Hisiça jê re gotin ko ew nikare ji welêt derkeve û divê ko here rex muxaberetan li Şamê ji bo lêpirsînê..
Di 27/4 de Viyan Beşar çû cem muxaberatan (beşê Filestîn) li Şamê, ko pîstrîn beş e, û bi pirsa kurdî ve têkildar e..Li wir, û li gor daxuyaniyeke Dr. Ebdulhekîm Beşar, jê re gotin:
– Ew nikare ji welêt derkeve bêyî erêbûna muxaberatan (beşê Filestîn).
– Kirin û rabûn û rûniştina bavê te gelekî xirab e, û bandora van kirinan li malbata we jî dibe, û di pêşerojê de jî dikare pir ziyanê bighîne we. Weke nimûne tu niha dixwînî lê paşê mumkin e ko em kar nedine te, eger bavê te li ser kirinên xwe dewam bike..
– Ji hemiyê dijwartir û ciyê metersiyeke pir mezin e, ew e ko ji Viyan re gotin ko ew dikarin bavê wê winda bikin, lê niha rewş û derfet ne baş in, û ew naxwazin wî bikine qehremanekî netewî..!!
Hêjayî gotinê ye ko bi dih hezaran mirov li Sûrya nikarin ji welêt derkevin ji ber xebatên wan î di warê mafên mirovan de yan jî ji ber bîr û baweriyên wan û xebatên wan î siyasî..Lê bigihe asta hilandina kesayetiyeke siyasî naskirî, weke Dr. Ebudulhekîm, ji holê û tunekirina wî, êdî derbaskirina hemî sînoran e..