Polîtîk

Barzanî pêşwazî li sandîkaya rojnamevanên Îraqê kir

Îro çarşemiyê 05.05.2010ê Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê li Selahedînê pêşwazî li şandeke bilinda Sendîkaya Rojnamevanên Iraqê bi serokayetiya Mueyyed Elamî sekreterê Sendîkaya Rojnamevanên Iraqê kir.

Di hevdîtinê de ku Ferhad Ewnî sekreterê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê amade bû, Mueyyed Elamî sekreterê Sendîkaya Rojnamevanên Iraqê silav û rêzên endamên Sendîkayê bi serok Barzanî gihand.

Elamî balkişand li ser wê yekê ku her çende Sendîka Rojnamevanên Iraqê xwedî hinek astengan jî be, lê belê kariye serbixweyiya karê pîşeyî biparêzê û helwesteke rûn û eşkere sebaret maf û qurbaniyên gelê Kurdistanê nîşan bide. Elamî got:

– Di pilana me de heye ku em, rojnamevanên ereb vexwînin Kurdistanê daku bi çavên xwe tecrûbeya pêşketiya Kurdistanê û proseya avadankirinê bibînin û her wiha kongreyeke mezin ji bo hemû leqên sendîka li Hewlêra paytexta herêma Kurdistanê saz bike.
Sebaret bi rola sendîka jî di pêşxistina pîşeya karê rojnamevanî de, sekreterê Sendîkaya Rojnamevanên Iraqê balkişand li ser qurbaniyên rojnamevanan yên ji bona parastina navê peyva rast û serbixweyiya karê rojnamevanî dane, û her wiha arasteyên binyadnanê li ser Iraqa nû kir û got:

– Karê rojnamevanîyê tenê azadîyê nagihînê belku hest kirine jî bi berpirsiyarî, weke sendîka jî em ne bi wê kaosê re ne ku, niha hinek medya bi navê azadiya rojnamevaniyê ve encam didin.

Serok Barzanî axaftina xwe de tekîd li ser girîngiya rojnamevaniyê kir û got:

– Rojnamevan roleke mezin di dîroka gelan, dirustkirina raya giştî, rastkirina şaşiyan û xurtkirina helwestên nîştimanî de dibîne. Rojnamevanî pîşe, zanist û exlaqe. Li Kurdistanê rojnamevan di raderbirînê de azade, lê belê hinek car ew azadî bi awayekî xerap tê birêvebirin û ji exlaqê rojnamevaniya rasteqîne dûr e. Pêwîste di karê rojnamevanî da kerameta hevwelatiya bête parastin û asayîşa nîştimanî û neteweyî li berçava bê girtin. Rojnamevan jî di veguhestina rastiyan de, divê rastgo û hişyar be. Divê bi belge, dûrî nav biçûkxistinê û bicihanîna daxwazên ty aliyan pirsa di rojevê de gerim bike.

Serok Barzanî, ji bona xurtkirina pêwendiyên di navbera her dû sendîkayên rojnamevanên Iraq û Kurdistanê de û ji bo ku rojnamevanên îraqî û ereb bi hêsanî bikarbin serdana herêma Kurdistanê bikin amadehiya Kurdistanê nîşan da.

Her wiha li dawiya hevdîtinê de, sekreterê Sendîkaya Rojnamevanên Iraqê madalyaya Mertalê Rojnamegeriyê (Dir El Sehafe) pêşkêşî serok Barzanî kir.

Back to top button