Polîtîk

Xalek girîng hate qebûl kirin

Di parlementoya Tirkiye de dengdanên ji bo guhertina hinek xalên destûra bingehîn berdewame. Duhî madeya ku girtina partiyên siyasî zehmet bike, nehatibû qebûl kirin.Kemasî diviya 330 dengan bigirta ji bo bihata qebûl kirin, lê 327 deng girtin û ji paketê derket. Ji bo vê jî di serî de serokwezîrê tirkiye Erdogan û medya rexne li BDP-ê kirin.

Madeyek din ku giring bû, şevîdin hate qebûl kirin. Ev made statuya Dadgeha Destûrî diguhere û hijmara endamên vê dadgehê zêde dike. Ev made ji bo Ak-Parti yê gelekî girîng bû. Di dengdana şevî din de ev xal bi 337 dengan hate qebûl kirin. Ev yek di nav parlementerên Ak-Partiyê de bû sedema şahiyek mezin.

Back to top button