Nûnertiya BDPê ya Washingtonê bi fermî hate vekirin.
Nûnertiya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ya Washingtonê bi fermî hate vekirin.
Li gorî nûçeya CHA’yê, Hevserokê BDPê Selahattin Demirtaş di vekirinê de axaftinek kiriye û aniye ziman ku dixwazin geşedanên gelek deverên cîhanê bişopînin û ji ber vê pêşî li Brukselê piştre jî li Washingtonê nûnertî vekirine. Demirtaş got ku, pêdiviya herî girîng a mirovan demokrasî û aştiye:
“Em wekî partî, ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd ku pirsgirêka herî mezin a Tirkiyeyê ye, dixebitin. Tirkiye xwedî potansiyel û hêza mezin e ku pirsgirêkên xwe di nav xwe de çareser bike. Ji bo ku Tirkeiye vê pirsgirêkê di nava xwe de, di çarçoveya mafên mirovan de, bi biratiya gelan û bi diyalogê çareser bike, em ê muxalefeta xwe ya demokratîk bidomînin.”
Di resepsiyona vekirinê de hevseroka BDPê Emine Ayna, serokê giştî yê DTPa hatî girtin Ahmet Turk, nûnerê Washingtonê yê BDPê Nazmi Gur û kurdên li deverên cuda yên DYA û kanadayê dijîn beşdar bûn.
Heyeta BDPê di çarçoveya hevdîtinên li Washingtonê de bi rayedarên wezareta karên derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) re hevdîtin kirin.
Şandeya ku dê roja pêncşemê jî li Washingtonê hevdîtinan bike, dê roja înê derbasî New Yorkê bibe.