Civak

Nawenda çareserkirina qurbaniyên îşkenceyê li Hewlêrê

Bi amadabûna Asos Vecîb wezîra kar û karûbarên civakî ya hikûmeta herêma Kurdistanê û Oliver Şnakiinberg konsolosê giştiyê Almaniyayê yê Herêma Kurdistanê, îro snetrê çareserkirina qurbaniyên îşkenceyê li Hewlêrê hat vekirin.

Di merasima vekirina senterê navborî de, berpirsê senterê çareserkirina qurbaniyên îşkenceyê got:

– Beriya nuha senterekê bi vê awayî li Silêmnaiyê hat bû vekirn û ev senterê duyem eku ji aliyê snterê Belin bo çaerserkirina qurbaniyên şidet û îşkeniceyê ve tê vekirin. Ev sentere dê alîakriyên tibî, derunî (nefsî) û civakî pêşkeşî qurbaniyên îşkenceyê bike.

– Ew kesên ji tawanên dijî mirovatiyê rizgarbûyn, hem di warê fîzîkî û hem jî di warê nefsî û civakî de tesîr lê hatiye kirin.  Jiber hindê van kesan pêwîstî bi senterekî husa heye da ku tê de bên çareser kirin.

Ji aliyê xwe Oliver Şnakiinberg konsolosê giştiyê Almaniyayê yê Helêrê di peyvekê de kêfxweûiya xwe ji bo vekirina senterê navborî nîşan da û got yek ji armancên vî senterê bilavkirina çanda aşitiyê, lêbihurînê û çareserkirna aştyane ya nakokiyan û parastina mafê mirov e û got:

– Wezareta karê derve ya Almaniyayê alîkarîya vî senterê giring dike. Ev sentere baweriyê dide kesên hatîne îşkencedan ku vegerin nav civaka medenî. Herwesa senterê çareserkirina qurbaniyên îşkenceyê nimuneyeke saziyeke aştiyê navbera gropên etnîkî û nifşan de nîşan dide.

Her du senterên Hewlêr û Silêmiyê ji 30 tîman pêk tên ku di nav wan de ; dixtor, lêkolerên civakî, dixtorên nefsî û çareseriyên bi rêyên siruştî hene. Van senteran digel nexweşxaneyên navdewletî û torke dixtorên pispor kar dikin.

Weke tê zanîn senterê Berlin bo çareserkirina qurbaniyên şidetê di sala 1992ê de hatiye damezrandin. Rêxstineke di warê mafê mirov de dixebite.  Xizmetêm tibî, dixtor û nefsî pêşkeşî qurbaniyên îşkencî, şidetî, tevkojiyê û regerperistiyê dike. Senterê Berlin salê zêdetir ji 500 qurbaniyan ji 50 welatên cuda çareser dike ku piraniya wan ji Tirkiyê, dewletê Qewqaz, Rojhilata Naverast, Belkan û Afrîqyayê ne.

Back to top button