Polîtîk

Piştî civîna bi Sîstanî re, kurd bi şîiyan re hikûmetê ava dikin

Roj Nurî Şaweys cîgirê serokwezîrê hikûmeta Îraqê îro li bajarê Necefê di preskonferensekê de ragehand ku hevpeymaniya Kurdistanê dê digel hevpeymaniya nû ya Dewlwta Qanûnê û Îtîlafa Niştimanî ji bo avakirina hikûmeta nû ay Îraqê hevpeymaniyê ava bike.

Roj Nurî Şaweys îro serdanan Necefê kir û bi Elî Sîstanî mezine merceiê şîyî re civiya. Piştî civînê Şaweys di preskonferensekê de naveroka civîna bi Elî Sîstanî re eşeker kir û got:

– Ayetula Elî Sîstanî di civînê de tekîd li ser wê yekê kir kû, pêwîste li gor destûrê lez li avakirina hikûmeta nû ya Îraqê bê kirin û hikûmet jî hikûmeta xizmetkirina xelkê Îraqê be.

– Serdana me ya bo bajarê Necefê û civîna bi ayetula Elî Sîstanî re di çaroveyê wê rewşê deye, ya ku welatê tê de derbas dibe. Me gelek pêwîstî bi vekirina deriyên diyalogê heye ji bo pêkanîna hikûmeta nû a Îraqê.

Herwesa Şaweys got ku wî silavên Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê gihandin ayetula Elî Sîstanî.

Roj Nurî Şaweys cîgirê serokwezîrê Îraqê got ku, hevpeymaniya Kurdistanî li hember yekgirtina lîsteya Dewleta Qanûn û lîsteya Îtîlafa Niştimanî kêxweş e û ”Em bi vê hevpeymaniyê  û hikûmeta hevbeşa niştimani re ne.

Back to top button