Polîtîk

YNKê deriyek vekir ku xelkên din, biryarê li ser mafê Kurda bidin

Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) daxuyaniyek belav kir û ragihand, tişta ku vê carê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) kiriye, têkdana lihevkirina siyasî bû, ev jî destpêkeke xirab e.Polîtburoya PDKê bi serperiştiya Serok Barzanî civiya û pêdaçûn di proseya siyasî ya Iraqê û bûyerên vê dawiyê ji rewangeha parastina yekrêzî û navmala Kurdî û çareserkirina pirsgirêkan de, kir.Di daxuyaniya Polîtburoya PDKê de hat, “Derbarê hilbijartina Serokomarê Iraqa Federal de, em tekeziyê li ser wê yekê dikin, ku Serokomar ji destkefta gelê Kurd bû û ne pişka ti partiyeke siyasî ye. Herdem jî ew kursî di çarçova lihevkirina partiyê siyasî yên Kurdistanî de bû û dihat yekalîkirin. Lê vê carê ew tişta ku  Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê kiriye, têkdana vê lihevkirinê bû, ev jî destpêkeke xirab e.”Di beşeke din a daxuyaniya xwe de PDK dibêje: “Ji ber wê jî, em vî kursî û awayê danîna vê carê ya serokmar, wek nûneratî û mafê gelê Kurdistanê nabînin. Herwiha em dibînin ku pêngava YNKê deriyek vekir ku xelkên din, ne nûnerên gelê Kurdistanê, biryarê li ser wî mafê me bidin.”Derbarê pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de Polîtburoya PDKê ragihand: “PDK bi girîngî li pêngavên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê dikir û beşdarî gotûbêjan jî bûye, bi taybet jî ku bi girîngî dizane ku di Iraqa nû de her pêkhateyek bi mafên xwe yên destûrî, bighê. Lewma jî em niha pêngavên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê bi hûrî dişopînin û em di dema guncayî de biryara pêwîst li ser didin.”

Back to top button