Cîhan

Qonaxek zehmet li pêşiya Erdogan e

Nivîskarê rojnama Financial Times David Gardner, di nivîsek ya xwe de behsa rewşa Tirkiye û zehmetiyên li pêşîya Erdogan dike.Garner dide xûyakirin ku; “ Pêwîste Erdogan li vê yekê bifikirê ku, ka dê çewe bersiva tehdîdên Amerikayê û daxwaziyên Rusya bide.Erdogan divê çend rojên li pêşiya me bersiva pirsgirêkên heyî bide, dê ev yek jî ji aliyê jeopolitik de cihê Tirkiye bide xûyakirin.Kriza ku bi windakirina nirxên lireyê Tirkî destpêkirî, niha ji bo demekebê jî sekiniye.Ev yek bu sedemek ku deynên kompaniya %40 gelektir bûn. Lê Tirkiye endamê NATOYê ye, welatek endamê NATOYê, nêzikî Rusya dibe, Keşe Andrew Brunson bi tohmeta terorê di girtigehê de digre û dorpêça Amerika ya li ser Îranê dişkine. Li himber vê yekê di vê qonaxa gelek hesas û zehmet de Amerika xwe amade dike ku hinek sizayên din ji bo Tirkiye bêxe rojevê de.Li Tirkiye hêdî kesek bawer nake ku, dadwerî serbixweye. Erdogan nikare vê yekê bide bawerkirin. niha 12ê vê mehê dadgeha Keşe heye. Tirkiye dikare berdana wî wek xelatekî bide Amerika.Erdogan di axavtina xwe ya di parlementoya Tirkiye de cardin gazind ji Amerikayê kirin û sedemêmên gazinda jî pişgiriya li Suriye dide PYD û pişgiriya rewşa Keşe Brunson da nîşandan.Dijitiya Amerika li himber Erdogan rewşa dê xirabtir dike.Hevalbendên Erdogan behsa hevkariyekî li gel Yekitiya Ewropa ,Rusya û Çînê li dijê Amerikayê dikin.Tirkiye di siyaseta Suriye de nêzikî Rusya bû.Moskova li Idlibê pişgiriya hêzên Suriye ji bo demekî da sekinandin.Li himber vê Rusya ji Tirkiye daxwaz dike ku, divê grubên Tirkye pişgiriya wan dike û grubên cîhadî ji hev bêne veqetandin.Li gora peymana navbera Putin û Erdogan hatî kirin, divê ji 15ê oktober heta 20 Oktoberê herêma li Idlibê hatî destnîşankirin ji çekdaran pakij bibe. Dê Tirkiye vê yekê pêkbîne.Dawiya nivîsa xwe de Garner dibêje: Eger li Idlibê êrîşên mezin pêkwerin cardin grubên Cîhadê dikarin li Tirkiye dest çalakiyên mezin bikin, wek salên 2015-2016ê kirîn.

Back to top button