YNK û bazar kirin bi pêkhateyan

Yekêtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) pişitî civîna parlamantoya Kurdistanê ya roja 2020.05.07  êrîşeka ragehandinê ya berfreh li dijî pêkhateyên neteweyî û olî yên başûrê Kurdistanê  dest pê kriye. Di wê civînê da parlamenterên pêkhateyên neteweyî û olî beşdar bûn û deng ji bo rakirina parêzbendiyê li ser Soran Umer parlamenterê Komela Îslamî deng da. YNK jî li ser beşdarîkirina pêkhateyan di wê civînê da har û dîn bûye û balanasa wê têkçûye.

Gelo çima YNK hewqas zivêr û nereḧet bûye? Ma çi peywendiya YNKê pêve heye ku pêkhateyên neteweyî û olî beşdar bin yan beşdar nebin? Ma dê YNK biriyarê li ser wan bide?

Ka çewa parlamenterên YNKê û yên aliyên din maf bi xwe da ku beşdarî civînê nebin û wê civînê boykot biken, her wesa parlamenterên pêkhateyan jî azadin û mafê wane û ew bi xwe briyarê didin ka beşdar bin yan beşdar nebin. Vê pirsê peywendî bi çi alî û rêkxistinan ve nîne. Ne ji mafê çi aliyane kontirola pêkhateyan bikin û li ser çarenvîsa wan briyarê bidin.

Bi vê qerebalixê û êrîşa berfreha ragehandinê YNK dixwaze pêkhateyên neteweyî û olê yên başûrê Kurdisatinê bi tirsîne û wan jî weke aliyên din yên Silêmaniyê bêxe di bin kontirola xwe da, bike kuleyên Îtîlaat û pasadrên Îranê û bereyê dijî xeta netwewîyi û serxwebûna Kurdistanê.

Lê pêkhateyên neteweyî û olî baş dizanin ka cihê wan yê  rastîn ku, li wir mafên wan parastî bin, li kuderê ye.  Ew gelek baş dizanin ku cihê wan yê rast û dirust li cem Serok Mesud Barizanî ye û wan gelek çak bawerî heye ku li  cem Serok Mesud Barizanî dê mafên wan yên neteweyî û kulturî parastî û misoger bin. Dema aşûrî, kildanî, siryanî û ermeniyan daxwaz kirî ku li Deşita Neynewa herêmeka otonomî ji wan ra bê ava kirin. Hindek alî bi taybetî YNK li dijî wî mafê rewaya pêkhateyan bû,  serok Mesud Barizanî yekem kes bû ev daxwaza wan pêkhateyan bi mafên wan yên rewa zanî û pişitevaniya xwe jî ji bo avakirina herêmeka otonomî ji bo wan pêkhateyan nîşan da. Ew pêkaheyên neteweyî û olê dizanin ku di dema nivîsîna destûra nû ya Îraqê da sala 2005ê, Serok Barizanî dakokîkar û pşitevanê  serekî yê tesbîtkirina mafên kêminetewe û pêkhateyên Îraqê bû.

Pêkhateyên neteweyî û olî 11 kursî li parlamantoya Kurdistanê hene û li gor yasayên parlamantoyê ew bi sîstema (Kuta) tên hilbijartin. Dema hilbijartina parlamentoya Kurdistanê çê dibe, kêminetewe û pêkhateyên olî jî weke her partiyeka din berbijêrên xwe diyar dikin û yên dengê zêde anîn dikeve parlamentoyê. Anigo ew ji aliyê çi kes û partiyên derveyî wan pêkhateyan ve,  nahên destinîşan kirin, lê ew jî weke hemû endamên din yên parlamintoyê bi dengdanê cemawerê wan pêkhateyan dibin endamên parlamentoyê, ji ber hindê fezl û mineta kesê li ser wan nîne, ew di briyarên xwe da azad û serbixwe ne.

Berî çend  salekan YNKê  bi êrîşeka berfireh ya ragehandên hewl da ku ew mafê sîtema (Kuta)yê ji pêkhateyan bê stendin, lê bserineket û rastî nereazêbûneka mezin ya cemawerî bû.

Pişitî vê civîyina parlamantoyê careka din derfet ji YNKê ra çê bû ku êrîşî ser pêkhateyên neteweyî û olî bike ku ew pêkhate beşekin ji başûrê Kurdistanê. Vê carê jî Serok Mesud Barizanê xwedî li mafên wan derket û di payemekê da pişitevaniya xwe ji bo mafê pêkhateyan nîşan da û got: “Ev êrîşa nerewa ya  ser pêkhateyên neteweyî û olî yên Kurdistanê tê kirin, cihê dilgraniya me ye.  Em bi hemû şiyanên xwe pişitgriya wan dikin û ew beşekê veneqetiyayî yê gelê Kurdistanê ne û hemû mafên wan hatine parastin.”

Tişitê herî balkêş ewe ku di civîna roja heftê gulanê da parêzbendî li ser parlamenterekê Komela Îslamiya Kurdistanê yê bi navê Soran Umer hat rakirin, gelo çima YNK xwe ew qas ehil û tirş dike û xwe har û dîn dke?

Hemû çavdêr û şarezayên siyasî li ser wê baweryê hevfkirin ku YNK dixwaze vê bûyerê bike behanek ku xwe ji hikumetê vekêşe û Silêmaniyê weke îdareyeka serbixwe ragehîne ku ev yek daxwaza wê ya ji mêjeye.

Nasrat Hacî

2020-05-14

Nerîna min :