Civak

Amarên Korona li Rojhilatê Kurdistanê eşkere bûn

Hejmara tûşbûyên Korona li Rojhilatê Kurdistanê 10 hezar kesan derbaskiriye û zêdetirê 600 kesan jî canê xwe ji dest daye.

Li gor amarên dawî yên Zanîngehên Pizîşkî yên her pênç parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê, heta niha 10.889 kes li Rojhilatê Kurdistanê tûşî Korona bûne û ji wê hejmarê jî 607 kes ji wan canê xwe ji dest dane.

Hejmara tûşbûyan li parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê bi vî awayî ye:

Sine: 1934

Urmiyê: 3505

Îlam: 691

Kirmaşan:2349

Loristan: 2410

Wezareta Tendirustiya Îranê amarên tûşbûyên parêzgehan bi cûda cûda belav nake, belku rojane yan dû roj carek zanîngehên pizîşkî yên her parêzgehek amarên xwe belav dikin.

Back to top button