Polîtîk

Xelkê Surê doza mafên xwe dikin

Li Sura Diyarbekirê nişteciyên berê mexdurin

Dema bûyerên “Xendeka“ li taxa Surê li Diyarbekirê bi sedan kesî jiyana xwe ji dest da û bi 10ê hezaran kes ji Surê bar kirin.

Dewletê di salekî de 7 hezar xanî bedelê wan da û xirakirin.Lê di 5 salan de tenê 367 xanî hatin avakirin. Xelkê Surê heviyê bûn ku xaniyên wan bêne teslim kirin. Ji xwe eve çend salin terka malên xwe kirine û li deverên cuda bi demikî cih bûne. Di navbera Wezereta şeradariyê û xelkê Surê de peymanek hatibû imzekirin. Lê tu cara hukumetê berpirsiyariya xwe ya di peymanê de hatî kifşkirin bi cih neanî. Niha jî hukumetê ji aliyê xwe ve peymanê ji holê radike û mexduriyeta xelkê Surê mestir dike.

Gerek ew kesên xaniyên wan hatin xirab kirin, di dewsê de xaniyên nû wergirtan. Lê piştî 3 salan hukumet dibêje ku, emê hinek xaniyên din li deverên cuda bidin xelkê.Xelkê Surê vê yekê qebûl nake û biryara wezereta Şeradariyê protesto dikin.

 Beşek ji xelkê Surê li ber avahiya miduretiya şeredariyan li Diyarbekirê civiya û rewşa heyî şermezar kir. Bi navê xelkê Surê Mehmet Kaya axavtine kir û got:Em bangî serokkomar dikin,li Diyarbekirê sozek da me.Niha berpirsên dezgehê wezareta şeradariya li Diyarbekirê dibêjin ku, Enqere avahiya nadê we.Em naxwazin bi vê yekê bawerbin. Enqerê dê çi ji malên me bike. Xaniyên me difroşin sermeyadaran, rantek mezin destve tînin.Serokkomar dengê me seh bike. Em hemwelatiyên vî welatîne.

Avahiyên nû ku li Surê hatine çêkirin
Back to top button