Civak

YNK Erdogan pîroz dike

Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê, Kosret Resûl bi helkefta serkeftina helbijartinên Tirkiyê nameyeke pîrozbahiyê arasteyî Receb Tayb Erdogan kir.Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl di nameya xwe ya pîrozbahiyê de got ku, aşkere ye, ku pêgeha Tirkiye ji aliyê jeopolîtîk ve li navçeyê giring e û Tirkiye welatekî mezin û giring e, û ji ber ku em cîran in, me gelek xalên hebeş hene, em di vê baweriyê de ne jî ku rêvebirina welatekî mezin weke Tirkiyê karekî hêsan nîne, lê bo cenabê we ku we kariye bi hewla xwe bigihin wê postê, bendewariya li we zêde ye.Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê da zanîn ku,  pêwîst e ku em hemû pêdeçûnî bi xwe bikin û çareseriya kêşeyan bikin û ya ku bi aştî û gotûbêjê tê çareserkirin, ti rêyeke din nîne bo gihîştina bi demokrasiyê.Herwiha got ku, di demên biorî de di hevdîtinên me yên li gel cenabê te em ji we re got ku,, tenê danûstandin pisgirêkan çareser dikin çareseriya pirsên mezin pêwîstiya xwe bi zilamekî mezin heye, her ew wêrekî jî ji cenabê we tê çaverêkirin, bo çareserkirina pirsgirêkên bingehîn a Kurd li Tirkiyê û dawî anîna bi alozian.

Back to top button