Dosya

Bila encamê hilbijartina li Tirkiyeyê rê ji çarserkirina pirsa kurd re xweş bike

Serok Mesûd Barzanî  dixwaze ku encamên hilbijaertinên Tirkiyeyê yên serokomariyê û parlamentoyê rê ji bo çareseriya pirsa kurd li Tirkiyeyê xweş bikin û ji bona aramî û tenahî li Tirkyeyê bi cî bibe çareserk nû ji pirsa kurdî re bê dîtin.Barzanî di malpera xwe ya Twitter de pîrozbahiya serkeftina hilbijartinên Tirkiyeyê dike û hêvî dike ku encama hilbijartinan ji bona çareserkirina pirsa kurdî li wî welatî rê veke.Serok Barzanî dibêje:Ez, bi serkeftina hilbijartinên giştî yên duhî li Tirkiyeyê bi awayekî demokratîk û aşitiyane hatin encam dan, kêfxweş bûm. Ez hêvîdar im encamên hilbijartinan ji bona dîtina rêyeke nû ji bo çareseriya pirsa kurd li Tirkiyeyê rêxweşker be û ev jî ji bona zîdetir aramî û aşitî li wî welatî bi cî bibe.

Back to top button