Naveroka civîna Serokwezîr Barzanî û şandya balaya Holendayê
Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurtdistanê, roja duşemê 25.06.2018ê li bajarê Hewlêrê pêşwazî li Sigrid Kaag wezîra bazirganî û alîkara geşepêdana Holendayê, Birgita Tazelaar rêvebira giştiya beşê Bakurê Afrîqiya û Rojhilata Navîn li wezareta derve ya Holendayê, Mathijs Wolters balyozê Holendayê li Îraqê û Janet Alberda konsula wî welatî li Herêma Kurdistanê û şandeya bi wan re kir.Di civînekê de, şandeya mêvan giringiya Îraq û Herêma Kurdistanlê ji bo Holendayê berşav kir û amadehiya welatê xwe jî nîşan da ku alîkariya saziyên Herêma Kurdistanê di warên cuda de bike û rola xelk û hikûmeta Herêma Kurdistanê di pêşwazîkirin û hewandina hijmareke zêde ya koçber û penaberên ji Suriyê û deverên cudayên Îraq, bilind nirxand.Nêçîrvan Barzanî sipasiya hevkarî û alîkariyên di warê leşkerî û mirovî de Holenda pêşkeşî herêma Kurdistanê dike kir û jê re bi kurtî behsa rewş emnî, siyasî û mirovî kir. Serokwezîr hêvî xwest ku Holenda di warên cuda de û bi taybetî di wan waran de ku Holendayê tecrûbeyek zengîn tê de heya wek; warê aborî, darayî û çandinê, hevkarî û alîkariya Herêma Kurdistanê bike.Di beşek din yê civînê de behsa têkeliyên dîrokî yên navbera Herêma Kurdistanê û Holendayê hat kirin û di vî warî de rola revenda kurdî li Holendayê bilind nirxand.