YNK bi lîstek cûda beşdarî hilbijartina parêzgehan dibe

Li gora nûçeya Rudawê, berpirsê Desteya Rêveberiya Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) Mele Bextiyar li Melbenda YNKê ya li Çemçemal di civînekê de got: “Wê YNK bi lîstek cûda beşdarî hilbijartina civata parêzgehan bibe.”

Her çendî ku di navbera YNK û PDK’ê de rêkeftina stratejî heye û di hilbijartinên borî de bi lîsteyekê beşdarî hilbijartinê bûn, lê Mele Bextiyar radigihêne ku wê di hilbijartina civata parêzgehan de bi lîstek cûda beşdarî hilbijartinê bibin.

Mele Bextiyar di berdewama axaftinên xwe de got: “Tevî ku em ligel Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) hevpeyman in û rêkeftina stratejî navbera me de heye, lê YNKê biryar girtiye ku bi lîstek cûda beşdarî hilbijartinên bê bibe.”

Endamekî Serkirdayetiya YNK’ê jî got: “Heta niha yekalî nebûye emê bi lîstek cûda beşdarî hilbijartina bê bibin yan na.”

Nerîna min :