Nivîsar

Li Wanê/Ercîşê erdhejî û nîjadperestî û bênasnameyî

Beriya vê pênc rojan (23. 10. 2001) li Kurdistanê bajarê Wanê û bajeroka Ercîşê û gundan erdhejiya û ji bona gelê me rojek tarî, roja taziyê, roja xemgîniyê dest pê kir. Li Wanê û Ercîşê û li gundan gelek mal xerab bûn û bi hezaran kes bêmal man, bi sedan kes jiyana xwe ji dest dan û ji hezar kesî zêdetir jî birîndar bûn. Hîn gelek kes jî ji bin xaniyê xeliyayî nehatine derxistin. Ji bona ku ev kesên di bin axê de xweş û an jî mirî bên rizgarkirin xebat dom dike.

Dema ku erdhejiya li Wanê/Ercîşê pêk hat, TRT HABERê bi min re li Amedê hevpeyvînek çê dikir. Min erdhej hîs nekir, ew rojnamevanên ku bi min re hevpeyvîn çê kiribûn, erdhejî hîs kiribûn. Piştî hevpeyvînê me erdhejî li telewîzyonan temaşe kir.

Dema ku li Wanê/Ercîşê erdhejî çê bibû, hîç şik tune ye ku parçek ji her kurdekî çû. Lewra Wan û Ercîş du bajarên Kurdistanê ne û gelek dost û hevalên min jî tê de dijîn. Min wê demê bi lezûbez dest bi telêfonan kir. Ez piştî têlefonan gihîştim beşek heval û dostan. Ew agahdariyên min di destpêkê de girtin, li Kurdistanê afetek mezin diyar dikir.

Piştî erdhejandinê herkes li derve man, ji bona vê jî hewcedarî bi konan, betaniyan, cilûmergan û xwarinê hebûn. Her çiqas piştî erdhejandinê li tevayî Tirkiyeyê û Kurdistanê qempenyayê alikariyê dest pê kir. Dewleta Tirk û dezgehên wê jî dest bi alîkarî kir: Lê hezar mixabin ew hewcedariyan hîn bi tevayî çareser nebûne. Zarok, jin, nexweş û kal-pîr di bin xeteriya nexweşî, serma, tazî de ne; di bin sermayek mezin de li ser pîyan disekinin, li hemberî felaketa erdhejê têkoşînek bê hempa didin.

                                                   
Li Kurdistanê ev erdheja yekemîn nîne: Di sala 1939-an de li Erzîncanê, di sala 1966-an de li Wartoyê-Erzorumê, di sala 1975-an de li lîceyê, di sala 1976-an de  li Bîngolê û li Muradiyê û li Çaldiranê erdhejî pêk hat, bi deh hezaran kurdan û kêm tirkan û kesên ji grubên din yên etnikî jiyana xwe dest dan. Malên dehhezaran kesan wîran bûn.

Di wan erdhejan de Dewleta Tirk bi xurtî ji gel re xwedî derneket.

Hukûmet di erdheja Wan û Ercîşê de bi lezûbez ji gel re xwedî derket, serokwezîr û gelek wezîrên din yên eleqedar çûn Wanê û Ercîşe. Ev gavek erênî bû. Lê hezar mixabin dîsa derket holê ku dewlet li hemberî erdhejê, piştî ceribandina erdheja 1999-ê jî bêheziriye.

Li herêma erdhejê bêorganîzasyonek heye û alîkariyên tên kirin bi plân û rantabl ji gel re nayên bela kirin.

Di vê organîzyona ne baş de hîç şik tune ye ku berpirsiyariya gelê me jî heye.

Hîn li hemû herêmê ji gel re qasî hewcedariyê kon nehatin balev kirin û ava kirin. Wusa xuya dike ku di pirsa xwarinê de pirsek mezin tûne ye.

Ji vê girîngtir, dema ku mirov li telewîzyona mêze dike, li herêmê raste rast dibîne û ji dost/hevalan agahdarî digre: Li Wanê û Ercîşê hîç çik tune ye ku trajediyek mezin heye. Gelek kesan bi awayekî pirr xerab jiyana xwe dest dan, ew kesên nemirî jî, ji mirîyan xerabtir bûn. Ew çavên zarokên kurdan yên xweş dema ku mirov mêze dike, ew kuraniya xemgîniye, bêxwedîbûnê dibîne.

Ev ji mirinê zêdetir mirov kahir dike û dikûjê.

Hukûmetê di destpêkê de alîkariya derve red kir. Ew helwestek şaş û nasyonîlst bû. Vê helwestê şik anî ser hukûmetê ku li hemberî kurdan cudaxwazî dike. Hukûmet naxwaze ku dinya ji kurdan re alîkarî bike.

Xerabtir pirs û mijar jî ew e ku hêzên nîjadperest û şowen dixwazin ji ev qeresatê derfetan dest bixe û ji gelê kurd tola xwe werbigre. Gelek kesên nîjadperest di twîtter û dinyaya senal de diyar dikin ku “kurdan ev yeka heq kiriye. Dema ku leşker û polîsên wan bê kuştin, xwedê jî vê felaketê tîne serê wan.”

Ji vê helwestê bêwîcdanî, bêmirovî tiştek nabe. Ew helwesta, helwestek cudaxwazî ye.

Ev nîjadperestî her çiqas girêdayî bûyerên rojên dawî derdikeve holê jî, ev nîjadperestiya taybetiyek Dewleta Tirk ya dîrokî ye. Dewleta Tirk sed sal e ku dibêje “kurd tune ne, kurd tirk in.”

Dema kurd mafên xwe yên rewa yên kollektîf û neteweyî daxwaz bike, wek dijmin tên nas kirin.

Divê civata tirk ji vê nexweşî xelas bibe. Kurd cûdaxwaz nîn in. Kurd, ji welatê wan parçek erd daxwaz nakin. Kurd mafên xwe yên milî û kollektîf daxwaz dikin. Kurd dixwazin welatên wan rizgar be û li welatên xwe desthilatdar bin.

Kurd dixwazin ji aliyê maf û statuya siyasî de bi miletê tirk û dinyayê re wek hev bin.

Loma jî kurd heq in, Dewleta Tirk ne heq e: Dewlet, nîjadperest û kolonyalîst e. Dewleta Tirk mafên miletê kurd xesip kiriye û Kurdistan dagırkiriye.

Divê miletê Tirk vê rastiyê bibîne. Bizane ku dewleta wan li kurdan tade û neheqiyê dike.

Her çiqas piraniya gelên li Tirkiyeyê di êş û azar û xemgîniya Wanê û Ercîşê de, bûn yek jî; siyasetvanan dîsa cûdaxwazî kirin û li ser felaketa Kurdistanê siyaset kirin.

Ev helwesta siyasetvan û partiyan, helwestek şermazarîyê ye.

Mafê siyasetvanan tûne ye li ser jiyana gel siyaset bikin û kêsperestî bikin.

Ev helwest û kêsperestiya siyasetvanan, vûlgariya siyaset û siyasetvanên Tirkiyeyê nîşan dide. Dema ku siyaset û siyasetvan li Tirkiyeyê ji vûlgariyê xelas nebin, pirsên mezin û dîrokî yên Tirkiyeyê, bi taybetî jî pirsa neteweya kurd nikarin çareser bikin.

Li Wanê û Ercîşê şaredariyên BDPê di piştgirî û alîkariya gel de li paş man. Gorî agahdariyan, şaredariya BDPê li Wanê berpirsiyariya xwe pêk neaniye. Ji bona erdhejiyê jî, xwediyê tu hazirî nebûye.

Di heman dem de bi berpirsiyarên dewletê re jî xebatek hevbeş nemaşandin. BDPê gelek aşkere nebe jî gorî xwe siyasetek cûda xwest bimeşîne. Lê di vê siyasetê de bi ser neket.

                                         
Tê zanîn ku dema ku pêvajoya federalbûna Iraqê û Kurdistanê dest pê kir, Dewleta Tirk helwestek hişk û kolonyal/emperyal nîşan da. Li dijî Dewleta Federal ya Iraqê û Dewleta Federe ya Kurdistanê derket. Bi taybetî dema ku di Qanûna Bingehî/Makezagona Iraqê de diyar bû ku statuya Kerkukê dê bi referandûmê diyar bibe, Dewleta Tirk, girêdana Kerkukê bi Kurdistanê re, wek sedema şer nîşan da.

Ev siyaseta dijmin ya Dewleta Tirk demek dirêj ajot. Di van salên dawî de hukûmeta Partiya AKê pêwendiyên xwe û Dewleta Federe ya Kurdistanê pêş xist.

Bi taybetî di van bûyerên dawî de di nevbeyna Dewleta Tirk û Dewleta Federe ya Kurdistanê de pêywendiyek taybet hat holê. Kevneserokwezîrê Kurdistanê Neçîrvan Barzanî, piştî bûyera Çolemergê ku 24 leşkerên tirk hatin kuştin, hat seredaniya Tirkiyeyê.

Di vê merheleyê de erdhejî li Wanê û Ercîşê pêk hat.

Dewleta Federe ya Kurdistanê li hemberî vê felaketê alîkarî û nêzikatiya xwe nîşan da. Ji bona Wanê û Ercîşê milyonek dolar alîkarî kir.

Piştî alîkariya Dewleta Federe ya Kurdistanê, hemwelatiyên kurd gelek kêrfxweş bûn ku di rojên teng û zehmet de dewletek kurdî heye ku ji wan re bibe alîkar.

Erdheja Wanê û Ercîşê hebûna Kurdistanê gelek aşkere derxist holê. Hezar mixabin di vê erdhejiyayê de jî kurd bênasname hatin gor kirin. Kurd, li dinyayê bi nasnameya tirkî hatin terîf û nas kirin.

Divê ev rastiya ji çav bê derbas kirin. Em kurd xwediyê çi şaşiye ne ku me nikariyê nasnameya xwe aşkere bikin û ji dinyayê re xwe bidin nas kirin.

Amed, 28. 10. 2011

Îbrahîm GUÇLU
([email protected])                                                    
                   

Back to top button