Polîtîk

Şerê Goran û YNKê berdewame

Ev çend rojele mediyaya Tevgera Goran û ya Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ketine qirka hev û hev du tawan bar dikin. Bi minasebeta derbasbûna du dsalan bi ser kabîneya şeşem a hikûmeta herêma Kurdistanê ya bi serokatiya Berhem Salih, kanalê KNN ku ser bi tevgera Goranê ye di çend bernameyên xwe de rexneyan li hikûmeta herêma Kurdistanê û bi taybetî rexneya Berhem Salih serokê hikûmetê dike ku di van du salan de weke pêwîst xizmetgoxzarî ji hevwelatiyan re dabîn nekiriye.

Hişiyar Ebdula rêvebirê kanalê KNN di daxuyaniyekê de ji rojnameya Awêne re got ku wan li dijî YNkê şerê ragehandinê dest pê nekiriye bi tenê ew li ser siyaseta xwe ya ”rexnegirane” berdewam inû got:
– Tu pilanên mej i bo şerê ragehandinî nînin û tu kes nikare me bikêşe vî şerî, ya ku em dikin ew ku em li ser siyseta KNN ya rexnegirane berdewam in. Bi dîtina me êdî divê li ser edayê hikûmetê di van du salan de bê axavtin û minaqeşe kirin.

Ji aliyê xwe ve Lawend Newzad rêvebirê kanalê Gelê Kurdistan ku ser bi YNK ve ye, got ku kanalê ean bi tenê bersiva êrîşên ragehandina Goran û bi taybetî televizyona KNN dide û got:
– Ya ku ragehandina Goran dike ne rexneye, lê ew kampaniyayeke diyarkirî ji bo armanceke diyarkirî ye ku ji aliyê serokatiya Tevgera Goranê ve tê amade kirin. Çunkî di vê demê de hewilên lihevnêzîkirina Goran û YNK dihat kirin
 
Lawend got ku serokatiya Goranê wê kampaniyayê bi rêv edibe:
– Ev karê hindek ji serkirdeyên fîilî yên Goranê ye, yên ku li hemebr dr. Berherm Salih bi kînin û ji bo wan nexweûe ku Berhem salih di îend pirojeyênxwe de serkeftî bûye.
Rêvebirê televisyona Gelê Kurdistan got ku hemû kanalên ragehandina YNKê bersiva êrîşên Tevgera Goran didin.

Back to top button