Polîtîk

Parlamentoyê qanûn pesind kir tirkman û kildan-aşûrî li dijin

Parlamentoya Kurdistanê di civîna xwe ya duhî de yasaya hilbijartinên civatên wîlayetan bi piraniya dengan pesind  kir, lê kutleya tirkmanna û kildan-aşûriyan li dijî qanûnê ji hola civînê derketin û civîn biçî hêla.

Li gorî yasaya nû, hilbijartinên civatên parêzgehan dê bi awayekî nîv-vekirî bin. Her wiha lîsteyên hilbijartinê dikarin şexsî jî bin.

Her wiha, rêzbendiya namzedên her parêzgeh, bajar û bajarokekî dê li ser asta dengên wî/wê namzedê be, lewre namzedê ku dengê herî zêde bi dest anîbe, dê destpêka lîsteyê be, lê bi mercekê ku ji sê namzedan, namzedek jin be.

Di dawiya civîna parlamentoyê de, ji ber ku pêşniyara terxankirina kursiyek bo kildan-aşûrî û kursiyek bo turkmen hat redkirin, parlamenterên turkmen û kildan-aşûr civîn bicî hêla.

Endamê komîsyona bilind a hilbijartinan a Iraqê Serdar Ebdulkerîm , piştî qanûna hilbijartinên meclsên wîlayetan ji aliyê parlamentoya Kurdistanê ve hatîya qebûl kirin, got ku dibe hilbijartinên meclêsên wîlayetên herêma Kurdistanê di meha gulana 2012ê bê kirin û got:

– Em amade ne hilbijartinê pêk bînin, lê divê em digel hikûmeta herêma Kurdistanê li ser destnîşankirina roja hilbijartinê gotûbêj bikin.

Navborî got ku qanûna ji aliyê parlamentoyê ve hat qebûlkirin, lê ji bo cîbicîkirinê divê ji aliyê serokê herêma Kurdistanê ve jî bê îmzekirin.

Endamê komîsyona hilbijartinan got jî ku, eger amadekariyên destpêkê yên hilbijartinê vê mehê dest pê bikin, dibe ku hilbijartinên meclisên wîlayetan di meha gulana 2012ê bên sazkirin.

Back to top button