Cîhan

Amerika û Îran ji bo pêşeroja Sûrî hevdîtina dikin

Li gora nûçeyek ya rojnama Fransî Le Figaro, di derbarê pirsa Sûrî de, di navbera Amerîka û Îranê de hinek civîn pêk hatine.

Heta niha  heyetên Amerîka û Îranê du cara hevdîtin pêkanîne. Hevdîtinek di meha Tebaxê û ya din jî di meha Îlonê de çêbûye.

Herdu dewlet pirsa Sûrî pişî ruxandina rejima Bişar Esad gotubêj dikin. Îran di van hevdîtinan de daxwaz ji Amerîka kiriye ku, piştî ruxandina rejima Sûrî, nabê ku rejimek dijminatiya Îranê bike bête damezirandin. Li gora nûçeyê Îran vê demanê bistîne , wê pişgiriya xwe ji Sûrî bikişîne.

Herweha hatiye ragihandin ku, pêwendiyên Îran û Sûrî ne li ser bingehek saxlemin. Eger ev daxwaziya Îranê pêkwerê têkçûna rejima Surî nêziktir dibe.
Amerîka  dixwaze wek li Misrê çêbûyî, piştî Esad ji dev desthilatdariyê berdê, konseyek demî  leşkerî bête avakirin û ew konsey rêveberiya Welat bike heta hilbijartinek bê çêkirin.

Back to top button