Polîtîk

Kemalist pişgiriya rejima Sûrî dikin

 Hinek partiyên siyasî li Tirkiye vekirî pişgiriyê didin rejima Baas a Sûrî. 29.10.2011-ê heyetek ji rêxistina jinên CHP, IP û EMEP serdana Surî kirin û ji bo rejima Surî pişgiriya xwe ragihandin.Di nav vê heyetê de hinek parlementerên CHP-ê û endamên meclisa partiyê jî hebûn.

Li Surî rojane çelakvanên azadiyê ji aliyê rejimê tên kuştin. Li Surî şerek mezin ji bo ruxandina rejima Bişar Esas heye û rejim jî ji bo xwe li ser lingê xwe bigire hemû awayên şîdetê kar tîne.

Li gel Miletê Surî kurdên Kurdistana Rojava jî ji bo mafên xwe yên rewa tekoşînek dijwar didin. Demek halê de serdana wan partiyên kemalîst ya Surî girêdana di navbera Kemalîstan û baasiyan de dide xuyakirin.

Di demekî pişgiriya Sadam Huseyîn jî ji aliyê van partiyan ve dihata kirin. ji serokwezîrên kevên yê Tiriye Bulent Ecevit pişgirê Sadam Huseyin yê herî mezin bû.

Ji xwe dema mirov baş berê xwe bidê îdeolojiya partiyên Baas ne gelekî ji Kemalizme û jiyana yek partitiya demekî li Tiriye dûre. Serkaniya îdeolojiya wan yek e.

Rojevakurd

Back to top button