Rewresmek ji bo qurbaniyên erdheja Wanê

Rêzgirtin ji bona hevwelatiyên me ku li  Wan û Erdîşê di erdhêjîyî de jîyana xwe ji dest dane!

Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS) û Komîteya Hevkarî ya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî li Swêdê (KOMÎTEYA HEVKARÎ) di roja yekem a Cejna Qurbanê de, ji bona hevwelatiyên me yên ku di erdheja Wan û Erdişê de jiyana xwe jidest dane, merasîmeke rêzgirtinê  amade dike.

Werin  em bi hev re, di vê roja pîroz a Cejna Qurbanê de, ji bona ew hevwelatiyên me yên Kurdistanê ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane re rêz bigrin, maddî û manevî piştgirîya xwe diyar bikin.

FKS – Federasyona  Komeleyên Kurdistanê li Swêdê

KOMÎTEYA HEVKARÎ – Komîteya Hevkarîya Hêzên  Siyasî yên  Kurd û Kurdîstanî  li Swêdê

 Dem: Yekşem, 6/11 – 2011
Wext: 12.00 -13.30
Cîh: Restauranga Darîn, Risneleden 12, Hallonbergen-Stockholm

 

Di vê derbarê de serokê Hevkariyê daxuyaniyek belavkir.

 

Rêzdaran,

Cenabê we jî dizanin, li Wan, Erdîş û derdorên van bajaran erdhejek bû, di encama vê erdhejê de hejmareke bilind hevwelatiyên me jiyana xwe jidest dane û hejmareke bilind jî birîndar in.

Xaniyên wan hilweşîyane, malên wan wêran bûne. Piştgiriya qurbaniyên karesata Wanê berpirsiyariya me ye.

Miletê kurd gelek karesatên mezin derbaskirine lê bi fedakarî û bi dilsozî birînên xwe pêçaye.
Tika ye, EM HEMû helwest bigrin û di vî warî de berpirsiyariya xwe bicîh bînin,
alîkarî bikin.

Cejna we ji niha ve pîroz be!

Digel rêz û silav
Şefîk Kaya
Berpirsê Komîteya Hevkarî ya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî li Swêdê

 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: