Civak

Berê Ersanli û Zarakolu dan girtigehê

Di çerçova doza KCK-ê de, Endama meclisa BDP-ê û endama komisyona pêkanina desturê di parlementoyê de Buşra Ersanli û nivîskar Ragib Zarakolu ji aliyê dadgehê ve hatin girtin. Wek tê zanîn ji berî du rojan Ersanli û Zarakolu di çerçova doza KCK-ê de li Stanbulê hatibûn binçavkirin.

Di dadgehê de ew bi endametiya rêxistina çekdar yanî ya KCK-ê hatin tawanbar kirin. Lê wan ev yek qebûl nekir û parastina xwe kirin.

Bûşra Ersanli got: Ez roja çarşembê ji bo dokrtorayê seminerekî didim. Ji bo karê xwe di nav partiyê de, ez naxwazim xebata min ya ji bo destûrê bête sekinandin. Ji bo vê yekê ez dixwazim ku darizandina min  berdewambe lê ez neyim girtin.

Herweha Zarakolu jî got: Ez tênagihim kesek wek min naskirî çewe bi endametiya rêxistinek çekdar tê tawanbarkirin. Ev cureyê tawanbarkirinê bi xwe teroreke. Tirkiye tê guhertin hêdî sistemek bi otorîter tê avakirin. Divê Dadgeh biryara girtina min nedê û min ji pirtukên min cuda neke.

Lê di encam de dadgehê li ser daxwaziya dozer biryara girtina Ersanli û Zarakolu da.

Back to top button