Çareya aştiyane û xebata siyasî û diyalog

Nêçîrvan Barzanî
Rêhevalên minên birêz… Kurdistaniyên delal…
Piştî operasyona serbaziya navçeya Hekarî, min serdana Tirkiye kir û me helwesta xwe ya li ser vê kiryarê ragihand.
Ewê şarezayiya wan li siyaset û yasa û pêwendiyên navdewletî da hebê, dizanin mebesta min li axaftina min de çi bû, lê belê mixabin li hinek cîhan ji bo leyîstina bi hest û soza welatiyan komek şîroveyên şaş û ji dûrî rastiyan daxûyaniya min belavkirin.
Li aliyê hemû kesî ve rûne ku em çawa rastgoyane û eşkere helwest û dîtin û nêrîna xwe ya li ser pirsa neteweyî û çarenûssazan dixîne rû.
Li hemû serdem û dem û wextek da ji bo yek çirkeyek (deqîqe) jî li piştgîrîkirina gelê Kurd li her ku bê, ji bo bi destxistina mafê neteweyiyan de, me xwe jê dûr negirtiye.
Hemû demê me wê yekê dûpat kiriye ku em dixwazîn gelê Kurd li beşên din dirêjiya xebata xwe ya ji bo gihîştina mafên xwe bide, ew jî li çarçêweya çareseriya aştiyane û demokratiyane, bi awayekî ku bal û piştevaniya civaka navdewletî jî li aliyê xwe ve rabikêşin.
Ez carekî din jî tekez li ser wê nêrîna xwe dikim ku li serdema îro da bi hêvîbirina çek û tundutîjiyê kêşeya Kurd çareser nabê, ji bo doza rewaya gelê me bi awayekî giştî çareserî, çareseriya aştiyane û xebata siyasî û diyaloge.
Hejmarekî zêdeyê Partiyê siyasiyên Kurdên Îran û Tirkiye û Sûriya niha li Herêma Kurdistanin û mijulî xebata siyasiya xwe ne.
Ew partî rêz li îradeya gelê Kurdistanê digrin û pêvajoya Herêmê li ber çav digrin û naxwazin li axa Herêmê ve êrîş bikin ser welatên hevsû û cîran. Lê belê bi mixabinî PKK partiyekî siyasî xwedî bawer bi xebata çekdarî pêvajoya hestiyara Herêmê li ber çav nagrê.
Ew çalakiyên xwe yên serbazî li navçeyên tixubiyên Herêma Kurdistanê li gel Tirkiye encam didin, ku eve jî bandoreke raste rast li ser pêvajoya Herêmê dike. Heman demî de Herêma Kurdistanê jî wekî penagehekî aram ji bo kiryarên xwe yên serbazî bi kar tînin. Bêguman eve jî berevajiya hemû peymanên navdewletiyan û ehlaqê dîplomasî û rêzgirtina prensîpên cîraniyê ye.
Em dijî îdeoloji û awayê xebata PKK ne, ji ber ku PKK siyaseta xwe ya xebatkirinê heye, em ji wan ne berpirsin, lê belê divê PKK pêvajoya Herêmê li ber çav bigrê û nebê sedemek ji bo wê yekê ku axa Herêma Kurdistanê bibê cihên gengeşeya serbazî û li encamê de tank û firokeyên Tirkiye navçeyên tixubiyên Herêmê bikin armanca xwe.
Em divê bi eşkere rastiyan bi mîlletê xwe re bibêjîn, ji ber ku li hemû kesan zêdetir hest bi wê metirsiyê dikin ku rû bi rûyê Herêma Kurdistanê dibe. Raste hinek xelk hene kargehên xwe yên mezin li ber destê wan hene ku rastiyan berevajî bikin û bi rakêşana soz û dirûşman welatiyan dûrî li her bingehekî rastî û dirûstiyê dûr bixin.
Lê belê divê hemû aliyek eve bizanin ku erkê li ser şanê hemû Kurdekî dilsoze parêzgeriyê li van destkeftan bike û serkirdayetiya siyasiya Herêma Kurdistanê jî wekî herdem xwe bi parêzerê wan destkeftan dizanê û xwe bi xemxurê rasteqîneya berjewendiyên gelê Kurdistanê dizanîn û li hemûyan jî zêdetir me erkê berpirsiyariyê li stuyê xwe girtiye.
Hêvîdarim vê peyamê wekî xwe werbigrin…
Li gel rêzên min.
Jêder: Rojnameya Hewlêr
Wergera ji Soranî:Mîrhac Mistefa-Rojeva Kurd