Nivîsar

Bingol û AKP

PKK-ê  dîsa çû li sîvîlan xist.

Bombeyekî dalînin keçiceke ciwan dişînin, keçik parçe parçeyî dibe, jinikeke reben ya ku di roja paşînê de derketiye seyranê û mirovên ku di rê dê diçin jî dibin hedef. 

Hincet çîye?

PKK qaşo têkoşîna azadiyê dide.

Ev rêbazên edna bi iddiakirina hatina azadiyê ji ber korbûnê û  sefêktiyê (ahmak) çêdibe.

Ez bawer nakim ku Kurd piştgiriyê bidin vê qetlê; ji xwe tu xêra Kurdên ku piştgiriyê didin vê qetlê jî nagihîje Kurdan

Heqê tu kesî tuneye ku têkoşîna ji bo mafên Kurdan tê dayîn jî  bi bê vîcdanîyê re bike yek.

BDP diçe dibêje ku ji bo mîlîtanên PKK-ê yên ku li nevala Kazan-ê hatin kuştin gelê Kurd rabê ser piyan.
 

Gelo BDP di ferqê de ye çi dibêje?

Heke BDP dixwazê çi tînê ziman gere li ser vê rewşê bifikire; heke MHP ji bo ‘eskerên ku li Çukurcayê hatin kuştin” bangî gelê Tirkan bikira û bigota ‘rabin ser pêyan’ gelo BDP-ê vê rewşê çawa nirxanda?

Ez bawer nakim BDP bi ketina pişt MHP-ê  nikare bibe berdevkê Kurdan û li hember çekan û şer bibe partiya aştiyê.

Li gor min êdî gere Kurd bi xwe bipirsin: PKK ji bo Kurdan heye an jî Kurd ji bo PKK-ê heye?

Heke hinek bêjin ku herdu tişt (PKK- Kurd) jî heman tiştin ez ê jî bêjim mirova nedin kenê “80 sale artêşa Tirk vê stranê digot vê carê jî dor hate wê.” Ji xwe Kurd jî guhê nadin vê stranê.

Ev pergela ku ‘xwedîyê çekan mezinê jiyanê ne’ êdî ne ji bo Tirkan ne jî ji bo Kurdan minkun nîne, çimkî dinya guherîye.

Him BDP him jî PKK di sedsala bihurî de dijîn.

Hê jî pesna mirinê didin, mirinê pîrozdikin.

Bila guhên xwe bidin gotina Osman Baydemir ya ku: “Di wî çaxi de bikaranîna gulleyan heram e, heke tu ji rojavayê re 24 darbestan bişînî yê ji rojhilatê re jî 24 darbestan bişînin.”

Hewcehiya siyaseta Kurd wek kesên Baydemîrê wêrêk û rast heye lê mixabin hejmara wan gelek kêmin.

Gere ne tenê siyasetmedarên Kurd yên Tirk jî guhên xwe bidin Baydemir.

AKP neh sale di îqtîdarê de ye.

Îro jî dixwaze pirsgirêka Kurd bi esker, polês, bi gulleyan, bi binçavkirinan, bi girtinanan çareser bike.

Çareserkirina pirsgirêka Kurd eve?

Gere mirov gotina Baydemîr beravajî bêje: “Di wî çaxi de bikaranîna gulleyan heram e, heke tu ji rojhilatê re 24 darbestan bişînî yê ji rojavayê re  jî 24 darbestan bişînin.”

Mirovek hewceye ku pêşbirka darbestan bi dawî bike.

Îqtîdareke ku bibe siha PKK-ê ya bê vîjdan û hovane na.

Yê guherinan pêk bîne û yê ne wekhevîtîyê û ne heqîyê bi dawî bike.

Rojên dawî de wisa xuya dike AKP nikare wan karan bike, çimkî gelek westiyay xuya dike.

Bi tenê di holê de “gotin” heye.

Xeberdidin dibêjin hûn zanin me çima neqedand (nikaribû) wan karan pêk bînin? Xema tu kesî nîne ku vê çima neqedand! Di dinyayê bi milyon û mîlyaran kes hene ku nikarin wê serkeftinê bi dest bixin em yekî digerin ku wî karî pêk bîne.

Çima em hê jî nîqaşa perwerdehiya zimanê zikmakî nakin?

Çima em hê jî behsa du zimaniyan nakin?

Çima qanûna hilbijartinê nay guherandin?

Em çima hê jî behsa gavên ku yê Tirk û Kurda bike wekhev navêjin?

Çima em hê jî bi tenê behsa rêbazên eskerî dikin, çima hê jî bawer dikin ku bi binçavkirinan ve serkeftî bibin.

Çima hê jî dema behsa pirsgirêka Kurd tê kirin bi tene navê PKK-ê tê bîra me?

Çima BDP hê jî bawer dike siyaset piçûk xistina AKP-ê ye, AKP jî bi siyasete ve BDP-ê piçûk dixe.

Ez nizanim AKP-ê kîngê ji bo çareserkirinê gava bavêje lê AKP çiqas dereng dimîne ewqas mirov têne kuştin, ekser, mîlîtan û sîvîl dimrin.

Em benda çareserkina PKK nînin ev barê li ser stuyê hikumeta AKP-ê ye, em benda wan in.

AKP ji bo bi dest xistina îktîdarê gelek hewl da û westiya, ya herî xirab jî hewzane (wisa difikire) êdî gihîşt armanca xwe, êdî naxwaze tiştên din bike.

Lê koltixa îktîdarê mîna pisqêletêye, heke tu li cîhê xwe bisekinî tê yê bikevî, AKP sekiniyê loma dikeve. Li Wan-ê ket, di pirsgirêka Kurd de ket, niha piştî ketinê dîsa siwarê pisqêletê bû; lê ewqas bikeve yê pisqêletê jî xirab bike.

Ez ê bi gotina Erdoğan bêjim: “Îktîdar cihê razêne, velizandinê nîne.”

Çimki dema tu radizê mirov dimrin.

Ahmet Altan

 

xeberenkurdi.com

Back to top button