Civak

YLDK nûneratiya beşekî giring ê welatê me dike

Endamê Polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pîrozbahî li serkeftina  heştemîn kongirê Yekîtiya Lawên Demokratên Kurdistanê kir.Peyama Mesrur Barzani:


Hevalno di Yekîtiya Lawên Demokrat ên Kurdistanê deRêz û Silav..Bi helkefta bidawîbûna karên heştemîn kongirê rêxistina we ya têkoşer “Kongirê Pêşmerge” û hilbijartina serkirdatiyeke nû, gerimtirîn pîrozbahî li we dikim.YLDK nûneratiya beşekî giring ê welatê me dike, li gel wê jî dîroka serfiraz a vê rêxistinê û hizir û karînên lawan, derfetê ji we re peyda dike, ku hûn wekî her dem pêşeng bin.Hêvîdar im rêxistina we li ser bingehên hizrî û serdemane, xwe ji bo pêşeroja gelê me amade bike û mil bi milê tex û çînên din, ji bo Kurdistaneke bihêz têkoşînê bike.Ji bilî pîrozbahiyê dubare, sipasî û destxweşiyê ji serkirdatiya we ya berê dikim ku ji kongirê derbasbûyî heya niha xizmeteke hêjayî lawên Kurdistanê kir.Hêviya biserketin û destkeftên bêtir ji bo Yekîtiya we ya têkoşer dikim.Li gel rêza min…Birayê weMesrûr Barzanî2018/8/10

Back to top button