Civak

Yilmaz: Divê xutbeyên li herêma me bi Kurdî bin

Serokê Şaxa Diyarbekirê ya Diyanet-Sen Ahmet Yilmaz, destnîşan kir ku li herêmê gelek kesên bi Tirkî nizanin hene û got: “Li herêma me xutbeyên ku bi Kurmancî û Zazayî bên dayîn guncav e”.

Di çarçoveya xebatên ku bi Serokatiya Daîreya Veguherîna Dîjîtal a Serokkomarî û Diyanetê tên kirin, wê xutbeyên Înê û eydê yên Serokatiya Karên Diyanetê bi 8 vebijarkên zimanên cuda li ser Deriyê Hikûmetê yên elektronîk bên pêşkêşkirin.

Di nav vebijarkên ziman ên ku Serokê Karûbarên Diyanetê Alî Erbaş eşkere kiribû de Tirkî, Erebî, Almanî, Fransî, Îngilîzî, Spanî, Îtalî û Rûsî hene. Lê Diyaneta Tirkiyê di nava 8 zimanên navborî de cih nedaye zimanê Kurdî ku bi milyonan kes pê diaxivin.

Serokê Şaxa Diyarbekir ya Diyanet-Senê Yilmaz xwest ku li bajarên Kurd lê dijîn weaz bi zaravayên Kurmancî û Zazakî yên Kurdî bê dayîn.

Yilmaz ji çapemeniyê re axivî û got ku, li gelek deverên herêma wan gelek Kurmanc û Zaza hene ku bi Tirkî nizanin, li van herêman xwendina xutbeyên Kurmancî û Zazakî gelek guncawtir e, ji ber ku gelek kesên ku bi Tirkî nizanin hene.

Back to top button