Cîhan
Li Tirkiyê hemwelatiya bi pere hat berfirehkirin
Biryara nû ya di derbarê wergirtina hemwelatiya Tirkiyê ya di berdêla pereyên biyanî de bi îmzeya Serokkomar û Serokê Giştî yê AKP R. Tayyîp Erdogan di Rojnameya Fermî de hat weşandin.
Li gor rêziknameya nû êdî ji bo kirîna xanî û erd wê hemwelatî bê dayîn.
Li gor guhertina ku bi îmzeya Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan hat weşandin, di rêziknameya ku ji bo hemwelatîbûna Tirkiyê tê kirin de gotina ‘mal û milkê neguhêz bi pereyên biyanî’ hat guhertin û bû ‘mala neguhêz a ku wek erda ku li derve hatiye avakirin an jî îmtiyaza qatê ye’.
Li gor vê guhertinê di berdêla pereyên ku ji bo hemwelatîbûnê tê dan,wê bi kirîna xanî, qat û zevî jî hemwelatî ji kesên biyanî re bê dan.