Civak

Em Fatîh Altayli Şermezar Dikin

Piştî êrîş û heqaretên ku  Partîya Komunist ya Tirkîyeyê(TKP), Tevgera Komunîst ya Tirkîyeyê (TKH), Serokê  Zafer Partîyê Umît Ozdağ û hinek  kes û alîyên din yên  çepgir yan rastgir biribûn  ser rêberê neteweyî û rûmeta miletê Kurd Şêx Seîd, rojnameger Fatîh Altayli jî beşdarî vê karwanê bû.

Fatîh Altayli di bernameyeke telewîzyonê de, heqaret û êrîşên ku ji hedê xwe bihurî li Şêx Seîd kir.

Şêx Seîd rêberê neteweyî û rûmeta miletê Kurd e.  Her heqareteke ku li Şêx Seîd tê kirin, di eslê xwe de li miletê Kurd tê kirin.

Fatih Altayli

Ji ber wan heqaretên ku li rêberê miletê Kurd Şêx Seîd kirine, em Fatîh Altayli û hemû  kes û alîyên çepgir yan rastgir ên ku berdewamîya Îttîhad Terakkî ne, şowenîst, nîjadperest û dijminên miletê Kurd in, protesto û şermezar dikin.

Em piştgirîya wê doza ku Baroya Amedê li dijê Fatîh Altayli vekirîye dikin.

Herweha em careke din bangî raheyadarên dewleta Tirkîyeyê dikin da ku cîhê mezelên Şêx Seîd, Xalid Begê Cibrî, Seyîd Riza, Seîdê Nûrsî û hemû kesayetên ku cîhê mezelên wan ne dîyar in eşkere bikin.

12.12.2023

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Back to top button