Nivîsar

Yekrêziya kurdên başûr û rolê Nêçîrvan Barzanî

Gelek cara behsa kesayetên ku di dîrokê de berê bûyeran guhertîn û karîn di hemû qonaxên tengasiyê de bi kar û xebata xwe bibin hêviyek ji bo gelên xwe  tê kirin. Piranî em wek kurd ji nirxên di nav xwe de behtir behsa rêberên cihanî û kesayetên di kiryarên xwe di dîrokê de cih digrin dikin. Eger Mirov gula di hewşa xwe de bêhn nekê, bêhnê ji tu gula nastîne. Gelek nirxên hêja ku îro dijîn di nava tevgera kurd de hene ku di hemû tengasiyan de karine rêyekî bibînin û wek zerakê tavê germiyekî bidin civatê û bibin cihê hêviyekî di jiyanê civakî de.

Tê zanîn ku îro destkeftiya herî mezin ku bikaribe di pêşerojê de kurda ber bi dewletbûnê ve bibe başûrê Kurdistanê ye. Taybetî di pêvajoya şerê li dijê DAÎŞê heta niha kurd bi awayek berfireh nefesek hesanî nestandine. Ji bo li başûr statûya heyî ber bi dewletbûnê ve neçe gelek astengên mezin hene û dijminên tevgera Kurd ji bo tifaqa kurda çênebe hemû awayî kar dikin. Lê li başûr tişta ku bikaribe gelê Kurdistanê serbêxe jî yekrêziya di nava mala kurd de ye.

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî mîmarê avakirna vê yekrêzî yê ye û ji bo vê jî gelek bi zanebûn tevdigere.

Duh dema Nêçîrvan Barzanî li gel hevserokê YNKê Bafil Talabanî civiyayî, da xûyakirin ku eger mirov xwedî berpirsiyarbe û ji bo pêkanîna tişta pêwist divê xwediyê toleransek bê sinor be.

Eger li başûrê Kurdistanê PDK û YNK li hevbin û ji bo berjewendiyên Kurdistanê xwedî hinek prensibên hevbeşbin û li gora vê tevbigerin dê hesanîtir bikaribin ji deravên teng derbas bibin. Herkes bûyera 16ê Cotmeha 2017ê dizane. Herkesek jî dizane ku eger beşek di nava YNKê de ew xiyanet nekira,dê niha Kerkûk di bin desthilatdariya herêma Kurdistanş de bûya. Bafil Talabanî yek ji serkirdeyê 16ê Cotmehê bû. Lê Îro jî hevserokê YNKê ye. Hewldana ku Nêçîrvan Barzanî dike ewe ku kurd yekrêzbin da li himber tehdît û êrîşên Bexdayê bikaribin xwe li ser pê bigrin û 6 milyon insan li herêma Kurdistanş de bêne xweyîkirin.

Têzanîn ku ji bilî Bexdayê,Tehran û Enqere ji bo ku Kurd nikaribin bi hevre tevbigerin û asayişa Kurdistanê têkbibin her tiştekî dikin. Hinek aliyên bi navê Kurdan kar dikin jî bi navê Kurdeyatiyê hewl didin yekrêziya başûrê Kurdistanê têkbidin da ku bigihin armancên xwe yên tarî. Ew tişta ku îro PKK li başûrê Kurdistanê dike ev e.

Lê eger PKK di nava aliyên siyasî li başûr pişgiriyekî nebîne nikarê xirabiya bike û nikare bibe asteng di rêya destkeftiyên netewî li başûrê Kurdistanê de.

Ji bo parastina destkeftiyên ku niha li başûr heyin û herwiha ji bo rewşa başûr baştir bibe û ber bi statuyek nevdewletî ve herê,divê bi çi awayîbe yekreziyek û yek dengiyek hebe. 

Dezgehên ku ji encama yekrêziya tevgera Kurd li başûr derketin holê û îro başûrê Kurdistanê rêve dibin hene. Serokatiya herêma Kurdistanê, parlementoya Kurdistanê û hukumeta herêma Kurdistanê hemû dezgehên yasayî û encama hilbijartina û yekrêziya nav mala kurd de hatine avakirin. Gelek cara rexne li tunebûna edaletê li herêma Kurdistanê tê kirin, piraniya caran rexneyên di cih de jî hene . Lê reveberiyek a Kurdistanê heye û ji hemû dewletên derdora xwe behtir xwedî edaletin û hewl didin edaletekî bi temamî bi cih bikin. Lê di bin sed cureyên êrîşan de gelek zehmete ku Mirov rojekî de bibe xwedî demokrasiyek rasteqênî edaleteke kamil cih bike. “ Edalet kuleke hêdî hêdî rêve diçe ,lî ileh digihê cihê ku heriyê”(Mirabeau.)

Nêçîravan Barzanî kesek hevdem e û siyaseta herêmê û cihanê baş şirove dike û gelek bi zanebûn dikare tewazinekî di nava aliyên siyasî de peyda bike. Ne bi nakokiyan hewldide nakokiyên heyî çarser bike. Ji xwe dema mirov bi nakokiyan bixwaze nakokiyekî çareser bike nabe,hingê problema heyî mestir dibe û çareseriya wê jî zehmet dibe. Lê eger Mirov bi pêşniyarên çareserî hewlbide nakokiyekî çareser bike, gelek tişt hesanîtir dibe û toleransa mirov nîşan dide dihêlê ku kesên nakokiyan diafrînin bê çek bibin û problema heyî ber bi çareseriyekî ve here. Tişta ku îro Nêçîrvan Barzanî dike ev e.

Nivîskarê bi navû dengê Îrlandî Bernard Shaw di gotineka xwe de dibêje: “Kesê bi akil akilê xwe  kartîne,lê kesê hê akiltir akilê kesên din jî bi kar tîne.” Di qonaxên teng û dijwar de pêwitiya reveberên kurda bi vê yekê heye û serokê herêma Kurdistanê gelek cara vê yekê dike û hewldide bi akilek hevbeş pirsgirêka çareser bike.

Di rêveberiya dewletê de nabe mirov guh bide dengê dilê xwe û hisî hereket bike.Divê bi akilane û nirxandina bûyeran berfireh û piralî mirov majiyê xwe bi karbîne û guh nedî dil,guh bide mejî.

Gelek cara dema mirov dinivîse ji naveroka nivîsê behtir herkes li gora xwe armancekî jê dertêxe. Lê zana dizanin ku armanc ji vê nivîsê çiye. Gotinek me kurda heye: “ Yê dizane ji xwe dizane,yê nizane baqê nîskaye”

2.12.2020

Dara Bilek

Back to top button