Li Diyarbekirê HDP û derdora xwe bi nave 10 partî û aliyên Kurd civînek ji bo pêkanîna “Yekitiyek Netewî“ li darxist.Li bakurê Kurdistanê bi tenê Partiya azadiya Kurdistanê(PAK), Partiya sosyalista Kurdistanê(PSK), Partiya Maf û azadiyan(HAK-PAR)  û HUDA-PAR tevlî civîna HDPê nebûn.

PAK û PSKê sedemên tevlînebûna xwe ya civînê bi daxûyaniyekî ji raya giştîre dan xûyakirin.

Aliyên tevlî civînê bûyîn gerek yek bi yek baş bi berçavre bêne derbas kirin. Hemû aliyên ku tevlî civînê bûyîn ji xwe ji hilbijartinên heremî de li gel HDPê yekitiyek avakirîbûn û ev yekîtiya wan hêja berdewam e. Yanî civîna Diyarbekir û tiştên ku ji bo raya giştî ragihandîn ne bûyerek nûye û ji berî niha jî ev şano hatiye leyiztin.

Li bakurê Kurdistanê Kurd pêwiste rastiya xwe bibînin û doza Kurd ji bo xwe nekin mijara hinek destkeftiyên gruban û berjewendîyên kesayetî.

Ji berî her tiştekî dema mirov behsa Yekitiyek Netewî bike, divê li ser rebaz û xetek netewî siyasete bike û doza mafên rewa yê netewî bike. Li bakurê Kurdistanê bi tene gotin behsa yekitiya Netewî tê kirin, lê tu cara behsa naveroka vê yekitiyê eşkere nayê kirin.

Ji berî her tiştekî HDP xwe wek Tevgerek Kurdistanî nabîne, wek tevgerek a Tirkiye xwe bi nav dike. Hinek aliyên ku îro li gel HDPê rêdikevin gelek cara HDP bi dijitiya Kurda tawanbar kirine û heta radeyekî dane xûyakirin ku ew tu cara li gel HDPê hevkariya pêknaynin.

Di dema hilbijartinên herêmî de li ser bingehê şeradariyek ya navçeyekî yan jî destxistina çend endamên meclisên şeredariyan hinek partiyan bi navê hevkariyê xwe radestî HDPê kirin.

Niha jî bi navek din vê hevkariyê dixwazin deklere bikin.

Lig ora HDPê ji xwe li Brukselî Yekitiyek Netewî heye û KNK dezgeheke ku nimuneya yekitiya netewiye.Ji aliyek din ji xwe li bakurê Kurdistanê dezgehek bi navê Kongreya Civaka Demokratîk heye. Piraniya aliyên ku di civînê de amade bûyin di nava vê rêxistinê de cih digrin.

Partiyên tevlî civîna Diyarbekirê bûyin:

Hereketa Azadî

Partiya Azadî

Partiya Demokratîk a Herêman

Komeleya Kurd a Şoreşger û Demokrat – DDKD

Kongreya Civaka Demokratîk – KCD

Partiya Demokratîk a Gelan – HDP

Partiya Însan û Azadiyê – PÎA

Partiya Komûnîst a Kurdistanê – KKP

Platforma Demokratên Kurd – PDK-Bakur

Partî Demokrata Kurdistana Tirkîye -PDK-T

Ji xwe piraniya van dezgehan bi navê cüda siyaseta PKKê rêve dibin û wek yek rêxistinekî kar dikin. Partiya Azadî û Hereketa Azadî li gel HDPê tevdigerin û hêz û rewşa wan li Kurdistanê kifşe. Di rastiya xwe de bi tene wek nav hene. DDKD, tiştek bi vî navî tevbigere tûneye , tene komeleyekê li Diyarbekir û hemû kar û xebata wan ji bo HDPê ye û parlementerê HDPê Îmam Taşçi er mînaka herî mezine.

Ji xwe hevce nake ku mirov behsa Partiya Însan û Azadiyê – PÎA  û Partiya Komûnîst a Kurdistanê – KKP  bike du navên ku li gora siyaseta HDPê tevdigerin.

Li vê dere Platforma Demokratên Kurd – PDK-Bakur   û Partî Demokrata Kurdistana Tirkîye -PDK-T bala mirov dikişinin. Van herdu tevgeran jî di hilbijartinên herêmî de xwe bi temamî ji bo şaredariya navçeya Pîran û navçeya Çinarê radestî HDPê kirin. Berê hinek îdiayên van herdu aliyan di derbarê HDPê de hebûn gelo çi ji van îdaayan hat kesek nizane. Ji xwe piştî van herdu aliyan hevkarî li gel HDPê kirin, piraniya hevalên wan û rêxistina wan ji dev wan berdan û niha jî wek du kesayetên marjinal li gel HDPê tevdigerin.

Bi kurtahî şanoyek komedi li ser navê kurda li bakur tê leyiztandin.

Nûçe/Analîz

 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: