PKK li başûrê Kurdistanê li dijê Kurda tevdigere
PKK hewldide ku li Şingalê partiyek nû avabike. Tê zanîn ku hinek hêzên di bin navên cüda gêrêdayî PKKê li devera Şingalê hene û ew hêz li gel Heşda Şeibî li dijê Kurda tevdigerin û rê nadin ku kurd bi awayek azad tevbigerin. Niha jî PKK dixwaze partiyek nû ava bike û li Bexdayê jî şaxek ya vê partiye veke.
Yek ji çalakvanên kurdên êzdî li sînorê Şingalê Amîr Îbrahîm ji BasNewsê re ragehand, PKK dixwaze li Şingalê partiyekî nû ava bike û dixwaze nûnertiya xwe li Bexdayê veke. Ji ber ji aliyê encûmena asayîşa niştimaniya Iraqê piştevanî û alîkarî ji wan re tê kirin.
Berpirsê baskê 17 yê PDKê li Şingalê Qadir Qaçax jî ji BasNewsê re got, hîn babeta ava kirina partiyekî ji aliyê PKKê ve nehatiye ragehandin, lê ‘’Dibe hewldanek hebe ku nûnertiya PKKê li Bexdayê bê vekirin, bi taybet ewên li Şingalê ne dixwazin vekin, ji ber ser bi Heşdî Şeibî ne û kar bo wan dikin.’’
Herwaha diyar kir, ne dûre PKK partiyekî nû li Şingalê ava bike.
Endamê kurd li lijneya asayîş û berevaniyê li encûmena nûnerên Iraqê Dr. Nasir Herkî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Berê min raport li ser PKKê li Şingalê daye serokatiya Parlamentoyê, ku bo vekirina nûnertiya xwe li Bexdayê divê moleta partiyê wergirin, lê moleta wan li Bexdayê tine ye, ji ber wê jî hewldana wan sernakeve.’’