Cîhan

Amerika: Me tu soz nedane kurdan ku emê wan biparêzin

Siyaseta Amerika li bakurê Suriye û rojavayê Kurdistanê ne siyasetek istiqrare. Rojane berpirsên vî welatî ji bo Suriye û Kurdên rojavayê Kurdistanê daxûyaniyên cuda didin.

Wezîrê Bergiriya Amerikayê Mark Esper li Kaliforniya di konferansekî de behsa siyaseta Amerika li Suriye û rojavayê Kurdistanê kir. Esper dibêje ku, Amerikayê tu soz nedane kurdan ku berevaniya wan bike.

Esper beşek axavtina xwe de got: Ez bawerim Tirkiye bi operasyonê xwe kir rewşek nebaş de, em bawer dikin ku êrîşa Tirkiye ya li bakurê Suriye xetayeke.Tirkiye dibe sedem ku girtiyên DAÎŞê ji girtîgehan direvin  û li herêmê kaosek peyda dibe. Metirsiyên me ji tevgera Tirkiye hene,Tirkiye dikare ji NATO dûr bikeve.Lê eve bi salane Tirkiye hevpeymanek me yê bi hêze û ez bawerim emê vê hevpeymaniya xwe bidomînin.

Di konferansê de pirsek ji Esper hat kirin û Esper ev bersiv da:

Pirs: Hun bawer dikin ku we xiyanet li Kurdên Suriye kiriye?

Bersiv: Ez tê digihim ku bi aliyê tektîkî de hiseyetek bi vî awayî çêbîbe.Lê eger em perspektîfek berfireh li pirsa binêrin, vekirî dixweyê ku em ji bo şerê dijê DAÎŞê li deverê bûn. Me tu cara soz nedaye Kurdan ku, emê heta dawîyê li herêmêbin û dewletek otonom ji bo wan damezirînin. Me tu cara negotiya wan ku emê we li himber êrîşên hevpeymanê xwe yê 70 salî yê Tirkiye biparêzin.

Back to top button