Civak

26 hezar malbatên Ereb anîne Kerkûkê

Rêveberê Asayişa Kerkûkê Emîd Îdrîs Refet ragihand ku li Kerkûkê jibilî bi erebkirinê proseya bi şîekirinê jî destpê kiriye, ku heya niha 26 hezar malbatên Ereb anîne Kerkûkê.

Emêd Îdrîs Refet ji malpera KDP.info re ragihand: “Proseya bi erebkirina Kerkûkê berdewam e. Berdewam Erebên şofînî ji navçeyên Iraqê tên bo Kerkûkê. Li gorî amarên liber destê me piştî bûyerên 16 Cotmeha 2017 û heya niha 26 hezar malbatên Ereb hatine Kerkûkê.”

Refet wiha got: “4 hezar ji wan malbatên ku ji navçeyên Iraqê anîne Kerkûkê ji naverasta Iraqê ne. Herwiha jibilî bi erebkirinê û guhertina demografiya navçeyê, proseya bi şîekirina Kerkûkê jî destpê kiriye.”

Li gorî Îdrîs Refet, ew malbatên Ereb ên ku hikûmeta Iraqê wan tînin Kerkûkê, nasname û nifûsa wan jî tînin ser Kerkûkê û dibin xelkê Kerkûkê ji bo ku hejmara Ereban û Şîeyan li Kerkûkê zêde bibe.

Back to top button