Yekitiyeke Neteweyî!!!

Loma jî yekitî û hevkariyên bibin, dibê berî her tiştî xeta xwe û ya pkk/DEM bi wêrekî zelal û eşkere bike. Yên vê nekin dê di tu waran de bi ser nekevin…

Bûbê Eser
Her civînek, her platformek û her yekitiyek di destpêkêde, mirov kêfxweş dibe û dibêje, aha vê carê wê daxwaza gelê me pêk bê. Yekitî û yekrêziya nava mala kurd çê dibe.
Belavok, daxuyanî, civîn û konferans li dardikevin. Germehiyek û kêfxweşiyek di nava kurdên ku bi hesreta yekitiyane, peyde dibe.
Pêncî salin ku kurdên me yên bakurê Kurdistanê ev ji xwe re kirine adet. Sê heta şeş mehan her tişt xweş bi rêve dihare. Jê û pêve hêdî hêdî per û baskên hinan dişkê. Herku dihare wê hêviya xurt ya destpêkê, cihê xwe ji bêmoraliyê re berdide.
Bi teq û reqê salekê an du salan bi hevre dimeşin. Piştî wê jî hew mirov dibîne ku bombeyek di nava wan de diteqe û dîsa weke berê herkes li xeta xwe vedigerin.
Lê hezar mixabin ku siyasetmedarên me nikarin an naxwazin sedemên ji hev belavkirinê bibînin. An nayê hesabê wan bêjin û binivîsînin. Em dixwazin yên din naxwazin li pêş e.
Li gor min karê yekitiyan bûye weke hobiyekê ku wextê xwe pê derbas dikin. Yên li ser vê yekitiyê tund in jî tim eynî siyasetmedarin.Tu bala xwe didê berê ji bona yekitî pêk bê çend partî têne ba hev. Hew te dît yekê bê ku xatir bixwazî hevalbend ango partiyên ku bi salan ji bona yekitiy kar dikir, berdide û dihare.
Piştî çend salekî dîsa têne ba hev ku yekitiyekê pêk bînin. Gelo ev çiqasî rast û cihê baweriyê ye?
Em zêde dûr nerin. Ji roja damezrandina YEKBÛNÊ bigirin û heta niha, hema hema ew însanên ku ji wê demê de qaşo yekitiyan dixawazin heta niha eynî mirov in. Di gelek waran de ji bona yekitî pêk bê ev camêrana serkêş bûne.
Gelek ceribandin kirin lê bi ser neketin. Tiştekî ku mirov bi ser nekeve divê mirov bi înad ji bona bi serkeve kar neke. Ji ber ku nabe. Bi eynî mirovan re yekitî pêk nayê…
Lê mixabin heta niha tenha karê hinan ku têne ba hev, ji hev dûr dikevin û dîsa têna ba hev. Êdî her tişt laşqa ango xirek kirine. YEKBûN xerab kirin PYSK avakirin. Ew hilweşandin PAK avakirn.PAK hilweşandin PWK avakirin. Niha jî eynî ew camêrana dixwazin tiştekî hê mezintir ava bikin. Gelo maqûl û pêkan e…
Li gor min ji bona partiyek nebe xwedî hêz û qawetekê, her hildiweşînin û ji nû de dîsa ji bona yekitiyan karê partiya xwe dişekîne û bi karê yekitiyeke neteweyî û mezin meijûl dibin(!). Li gor min bi vê rengî û bi awayî ew yekitiya tê xwestin nare serî. Bi vê jî em partiyên xwe qels dikin.
Karê yekitiyeke neteweyî û berfireh nare serî, ji ber ku hemî partiyên vê dixwazin, helbet daxwazeke di cih de yek. Tim ew kesên ava dikin û hildiweşînin. Bi salane van camêran kar dikin lê tiştekî bi ser tiştekî nexistin. Li gor baweriya min di virde armanc ne kar e. Xwe bi tiştên weha mijûlkirine ku partî an hêzeke xurt dernekeve.
Heger roja YEKBÛN hatibû damezrandin û heta niha hemî kar, xebat û ked ji bona wê hatiba dayîn, hûn bawer bikin niha altarnatîfa herî xurt ya bakurê Kurdistanê dê ew ba. Yanî adeta ku ji çend salan carekê avakirin û hilweşandin bûye çandek. Bê wê sebra hin siyasetmedarên me nayê.
Helbet yekitiyeke xurt û girseyî lazim û pêwîst e. Lê ew hêz bi kesên salmezin û fêrî avakirn û hilweşandinê bûne nare serî. Do bi hevre bûn, ji hev cûda bûn. Îro wê dîsa bêne bav hev da ku dîsa bibin yek. Bi rastî ev ne aqil e.
Min gelek caran gotiye li bakurê Kurdistanê siyaset ji teref pkk hatiye xetimandin. Loma jî yekitî û hevkariyên bibin, dibê berî her tiştî xeta xwe û ya pkk/DEM bi wêrekî zelal û eşkere bike. Yên vê nekin dê di tu waran de bi ser nekevin. Wê tu yekîtî jî pêk neyê.
Me ceribandina wê li ber çavên xwe dît. Yên îro dixwazin tiştekî nû bi hevre damezrînin do jî bi hevre bûn. Di xulekên dawî de gol avêtin hev. Niha ji nû vê dîsa dixwazin bi hevre tiştekî nû damezrînin. Ez jî vê bawer nakim. Di virde fenek heye.
Ya girnîg ew e ku ji dêlva wê bila her rêxistin û partî berê yekitiya nava xwe pêk bînin. Xwe bi rêk û pêk bikin. Xwe bikin hêz û qaweteke pêbawer, dûre jî behsa yekitiyeke berfireh û neteweyî bikin, dibe. Lê yekitiyek neteweyî jî ji bona bakurê Kurdistanê divê ji bilî pkk û hemî rêxistinên wê, partî û rêxistinên din hemî beşdar bin. Mesele di yekitiyeke weha de HAK-PAR û PDKyên bakurê Kurdistanê tê de tune be, ew nabe yekitiyeke neteweyî. Loma xwendin girîng e, pêzanîn û pêkanîna wê mecbûrî ye.
Bes e êdî ev hewldanên vala û bê wate. Hinekî wext bidin karê nava xwe ku hûn bi serkevin. Berê nava xwe safî bikin ku hûn ji yên li hemberê xwe re jî wê bixwazin. Xwe xurt bike da ku tu bikaribe bi hêza xwe, bi pere û medya ya xwe bibe pêşkêş. Bê vê yekitiya neteweyî li bakurê Kurdistanê xeyal e. Ya girîng berê xurtbûna te, tehamul û toleransa te pêwîst û girîng e…
Gotina talî: Meseleya yekitiyan li bakurê Kurdistanê şolî kirine. Kî dibin yek wê yekitiyeke neteweyî çawa derkeve êdî em jî nizanin. Hê do 14.15ê Adara 2026 li Diyarbekirê du civînên qaşo yekitiyên neteweyî pêk hatine:
Yek: Platforma Kurd a Neteweyi xwediyê 100 îmzeyan.
Dido: Konferansa yekitiya Neteweyî, ji çend partî û rêxistinan


